Komîteya Koçberan: Hewldanên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê didomin

Endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya Kobanê Sara Qewas diyar kir ku ji bo vegera koçberan hewldanên wan hene, ji bo vegera bi ewle jî divê rewşeke guncaw were dabînkirin.

Komîteya Koçberan: Hewldanên ji bo vegera koçberên Serêkaniyê didomin
29 îlon, 2026   07:45
KOBANÊ

Der barê rewşa malbatên koçber ên ji Serêkaniyê de ku li bajarê Kobanê dimînin, endama Komîteya Koçberên Serêkaniyê ya Kobanê Sara Qewas ji ajansa me re axivî.

Sara Qewas da zanîn ku lîsteya koçberan ji nêzî hezar û 700 kesan pêk tê, ji bo vegera wan ew hemû hewldanên xwe dikin û got: “Piştî êş û zehmetiyên mezin ên ku koçberên Serêkaniyê di kampan û herêmên cuda de dîtine, plana ji bo vegereke ewle heye.”

Sarayê diyar kir ku vegera şêniyan ji bo herêmê xwe mafekî rewa ye, nabe ku ev rewşa mirovî ya koçberan a zehmet bibe qurbaniya nakokiyên siyasî.

Sarayê destnîşan kir ku hewldanên wan ji bo vegerê didomin, lê metirsiyên koçberan hene ku di dema vegerê de êriş çêbin.

Di dawiya axaftina xwe de Sara Qewas bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe ya mirovî û asayî li hember koçberên Serêkaniyê pêk bînin û dawî li koçberiya bi darê zorê bînin.

(so)

ANHA