Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK`ê Besê Hozat anî ziman ku pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê çareser bibe û da zanîn ku bêyî demokratîkbûnê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nikare bi ser bikeve.

Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve
29 îlon, 2026   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê mijarên di rojevê de ne nirxand.

Hevpeyvîna bi Besê Hozat re bi vî rengî ye:

* Weke ku tê zanîn nîqaşên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dikin. Weke Tevger we di vê mijarê de gavên girîng avêtin. Beriya meclîs bê girtin qanûna çarçoveyê derket ku weke 'qanûna kokê' tê pênasekirin. Piştî ku ev qanûn derket diviyabû çi bihata kirin? Heta niha çi hate kirin, çi nehate kirin? Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş anî ziman ku pêvajo di rêya xwe de ye û dimeşe. Bi rastî jî her tişt li gorî tê xwestin dimeşe?

Beriya ku bersivê bidim pirsa we, 25'ê Îlona 2026'an salvegera şehadeta hevalê Riza Altûn bû. Li welêt û derveyî welêt bi berfirehî hate bîranîn, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Beriya her tiştî di şexsê hevalê Riza de hemû şehîdên şoreşê û azadiyê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Hevalê Riza di nava têkoşîna me de xwedî cihekî gelekî girîng û qîmeta wî heye. Bi hişmendî, danhevî û tecrûbeya xwe ya teorîk, îdeolojîk, siyasî, pratîk û jiyanî tevkariyeke mezin ji bo her hevalî kir, nirxên gelekî mezin tevlî vê têkoşînê kir. Kedeke xwe ya gelekî mezin heye. Li ser rêya ku hevalê Riza û hemû hevrêyên me yê şehîd ronî kirin em ê vê têkoşînê bi biryardarî, bi bawerî û îdîa bi serketî bimeşînin û teqez li ser bingeha hêjabûna li bîranîna wan serketinê pêk bînin. Ev têkoşîn wê bi ser bikeve. Bi wesîleya vê salvegerê soza vê dixwazim dubare bikim.

Têkildarî qanûna çarçoveyê daxuyaniya me çêbû. Ji destpêkê ve Rêberê me jî Tevgera me jî di vê mijarê de gelek daxuyanî dan. Ji bo ev qanûn bibe qanûneke yekpare, bi rastî jî bibe xwedî rola qanûna kokê, yanî rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ava bike, zemîna wê ava bike me gelek nirxandin kir, daxuyanî dan. Bêguman ev qanûn tam di vê çarçoveyê de nebû. Me rexne jî lê kir. Qanûnek gelekî kêm, di nava xwe de nakok, paradoks bû. Bi vî rengî û yekser bicihanîna wê jî nepêkan e. Mebesta me ji yekparebûna qanûnê ew e ku diviyabû mercên azad ên jiyan û karkirinê yên Rêber Apo, temamiya rêveberiya tevgerê, hemû hevalên niha li derveyî çarçoveya vê qanûnê têne hiştin, ji rêveberiya jorîn heta bi hemû pêkhateyê, di serî de Rêberê me diviyabû di nava xwe de bihewanda. Li ser vê bingehê diviyabû nêzîkatiyeke welê bihata nîşandan ku wê gavên demokratîk, siyasî û hiqûqî bêne avêtin. Êdî cîhan alem zane, çek encamek e, PKK encamek e. Hebûna pirsgirêka Kurd PKK afirand, têkoşîna çekdarî bi xwe re anî. Bêguman ji bo zemîna avakirina vê pirsgirêkê û rêvekirinê pêwîstiyeke cidî bi gavên demokratîk, siyasî û hiqûqî hebû, heye. Vê qanûnê nekarî bersivê bide vê yekê. Ev eşkere ye. Di vê mijarê de mirov nikare bi temamî bibêje ku qanûneke kokê ye. Metneke hiqûqî ye. Bi vî rengî dibe ku xwedî wateyekê be. Em bibêjin gaveke ku di nava vê pêvajoyê de hate avêtin, gaveke hiqûqî. Lê belê ji vê wêdetir wate lê bê barkirin, wê rasteqîn nebe. Ji destpêkirina pêvajoyê û vir ve nêzî 2 sal in weke Tevger me gavên gelekî girîng avêt. Bi taybetî piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê me ya 27'ê Sibata 2025'an gelek gav hatin avêtin. Kongreya fesixkirinê ya PKK'ê pêşketineke gelekî dîrokî bû. Di vê kongreyê de biryar hate dayin ku têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê bê rawestandin, lê belê ji bo ev pêvajo bimeşe jî divê Rêber Apo xwedî mercên azad ên karkirin û jiyanê be, merc bêne afirandin ku Rêber Apo karibe bi rengekî azad vê pêvajoyê bimeşîne. Ev yek weke nêzîkatî û pêwîstiyeke bingehîn hate destnîşankirin. Ev hîn derbasdar e. We jî got, Nûman Kûrtûlmûş berî çend rojan daxuyanî da. Got, pêvajo weke tê xwestin di rêya xwe de dimeşe. Em nizanin, li holê pêvajoyek nîne ku weke tê xwestin dimeşe. Rastiya meseleyê ev e. Pêvajo gelekî giran dimeşe, bi gavên yekalî dimeşe. Niha ji aliyê dewletê ve di gaveke demokratîk, siyasî û hiqûqî nehatiye avêtin. Rewşa Rêberê me li holê ye. Ji bo ev pêvajo bi serketî bimeşe û bi pêş ve biçe eşkere ye ku afirandina mercên azad ên jiyan û karkirinê ji bo Rêberê me pêwîstiyeke ku nebe nabe. Di vê mijarê de ti pêşketin nîne. Di rewşeke bi vî rengî de çawa pêvajo bêkêmasî û di rêya xwe de dimeşe? Rewşeke nayê fêhmkirin. Pêvajo gelekî giran û hêdî dimeşe. Heta niha jî bi giranî bi gavên yekalî ev pêvajo meşiya. Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe beriya her tiştî weke pêwîstiyeke esasî divê Rêber Apo xwedî mercên azad ên karkirinê û jiyanê be. Divê Rêberê me xwedî wan mercan be ku karibe bi fermî û pratîkî vê pêvajoyê bimeşîne. Ji her beşên civakê mirov; siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan, rêveberiya rêxistinê, partiyên siyasî, rêxistin, her derdor divê karibin bi hêsanî hevdîtinê bi Rêber Apo re bike û Rêberê me jî karibe bi rengekî eşkere û azad bigihîne raya giştî. Rêveçûna serketî ya pêvajoyê bi vî rengî dibe. Eger wê di rêya xwe de bimeşe divê di vê rêbazê de bimeşe. Eger pêvajo wê di rêya xwe de bimeşe divê Rêber Apo xwedî mercên azad ên karkirinê û jiyanê be ku bi fermî û pratîkî pêvajoyê bimeşîne. Naxwe, weke min got, pêvajo bi giranî û bi gavên yekalî dimeşe. Ev pêvajo bi yekalî naçe. Nepêkan e. Divê ev yek bê gotin.

* Dewleta Tirk her tim PKK û têkoşîna çekdarî ya li Tirkiyeyê weke astengiya bingehîn a li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd nîşan da. Ji bo van hincetan ji holê rakin bi gavên avêtî we îradeya xwe danîn holê. Lê belê bi esasî ji bo çareseriya meseleya Kurd divê çi bê kirin? Piştî qanûna kokê diviyabû guhertinên çawa bihatina kirin? Di heman demê de Nûman Kûrtûlmûş di vê demê de got ku pêwîstî bi destûreke bingehîn a nû heye. Di dema pêş de guhertinên çawa yên qanûnî yan jî destûra bingehîn dikarin bêne hêvîkirin? Yan jî ji bo çareseriya pirsgirêkên civaka Tirkiyeyê destûreke bingehîn a çawa dikare bê afirandin?

Heta ku li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk neyê, ev pêvajo bi ser nakeve. Beriya her tiştî divê Tirkiye demokratîk bibe, bibe xwedî destûreke bingehîn a demokratîk, pirreng, wekhev û azadîparêz. Pêvajoyeke demokratîkbûnê ya ku demokrasiya xwecihî ji xwe re dike esas divê li Tirkiyeyê bi pêş bikeve. Ji bo serketina vê pêvajoyê ev nebin nabe. Ev eşkere ye. Min beriya niha jî got, PKK encamek e, encameke pirsgirêkê ye. Ev pirsgirêk jî pirsgirêka Kurd e. Bêguman ev pirsgirêk divê li ser bingeha demokrasiya xwecihî, li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê bê çareserkirin. Bi destûreke bingehîn a demokratîk û azadîparêz di serî de Kurd divê azadî ji gelan û baweriyan re bê naskirin û divê destûra bingehîn vê qebûl bike. Lewma destûreke bingehîn a demokratîk ji bo Tirkiyeyê pêwîstiyeke bingehîn e. Çend roj berê wan bi xwe jî eşkere kirin, destûra bingehîn a heyî weke boçikek pînekirî ye, destûra bingehîn a 12'ê Îlonê niha di meriyetê de ye. Li gel ku di nava demê de hin guhertin kirin jî ew jî ne guhertinên demokratîk bûn. Li gorî pêwîstiya desthilatdariya siyasî guhertin hatin kirin. Lewma destûra bingehîn gelekî yekperest e, navendîperest e, xwedî karaktereke faşîst e, înkar dike. Di asta heyî de ev destûra bingehîn divê êdî ji holê bê rakirin. Divê destûreke bingehîn a nupînû, demokratîk, pirreng, cih dide nasname û baweriyan, qebûl dike, bê avakirin. Dereng jî ma. Ji bo vê jî mecbûrî ye ku hemû dînamîkên civakî beşdarî vê pêvajoyê bibin. Rêxistinên civakî yên sivîl, hemû avaniyên rêxistinbûyî yên civakê, partiyên siyasî, derdorên demokratîk, jin, rêxistinên hawirdorê; ev hemû dînamîk, avaniyên rêxistinbûyî yên demokratîk divê tevlî pêvajoya avakirina destûra bingehîn a demokratîk bibin. Ev girîng e. Di vê mijarê de jî nîqaşeke teng heye. Desthilatdarî dema ku pêwîstiyê pê dibîne, di asta ku pêwîstiyê pê dibîne de destûra bingehîn dixe rojevê, nîqaş tê kirin. Li dora destûra bingehîn demagojî tê kirin. Plan û bernameyeke cidî ya ji bo çêkirina destûra bingehîn a nû nîne. Kes nikare îdîa bike ku tiştekî bi vî rengî heye. Vê jî dikin amûrek ji siyasetê re. Rojeva çêkirina destûra bingehîn a nû vediguherînin amûrek ji siyasetê re. Di vê mijarê de jî biryardarî, îrade û cidiyetek nîne. Bêguman heta ku pirsgirêka Kurd bi destûreke bingehîn a demokratîk, pirreng ku nasnameya Kurd jî nas dike neyê garantîkirin, mirov nikare li Tirkiyeyê qala aştiyeke mayinde, demokrasî û çareseriyê bike. Lewma çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk gelekî girîng e. Li gel vê yekê divê li Tirkiyeyê gavên demokratîk, siyasî û hiqûqî bêne avêtin. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bi rengekî cidî pêwîstî bi pêvajoyekê heye ku demokrasiya xwecihî nas dike, sîstema dewlet û desthilatdariyê ya tekperest di reformê re derbas dike. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di vê pêvajoyê de rojev û karekî cidî hîn çênebûye. Meseleyê tenê tînin ser çekan. Heta ku sedemên vê meseleyê neyên nîqaşkirin, demokrasiya xwecihî neyê nîqaşkirin, demokratîkbûna Tirkiyeyê neyê nîqaşkirin, nîqaşek tenê li ser çekan teng û çareseriyê bi xwe re nîne. Di rewşa heyî de divê êdî dawî li vê yekê jî bê anîn.

* Li Tirkiyeyê gelek derdor pêvajoyê di nava bêçekbûnê de difetisînin, nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan didin. Lê hûn giraniyê didin ser afirandina mercên azad ên karkirinê û jiyanê yên Rêber Apo. Dema ku qanûna çarçoveyê derket jî rayedarên AKP'ê gotin, ji niha û pê ve her kesên bixwazin dikarin biçin girava Îmraliyê; rewşenbîr, akademîsyen dikarin biçin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Lê belê di halê hazir de rewşeke welê nîne. Her wiha Heyeta Îmraliyê jî dikare mehê carekê biçe. Ev rewş hem li nava gelê Kurd hem jî li nava derdorên demokratîk dibe sedema aciziyeke cidî. Hûn dixwazin di vê der barê de çi bibêjin?

Belê, weke min got, di mercên Rêbertî de ti guhertin nîne. Dema dixwazin tecrîdê sist dikin, dema dixwazin tecrîdê dişidînin. Carna dibe bi hefteyan, bi du mehan hevdîtin nayê kirin. Her carê ji bo vê pêvajoyê dibêji, ev biryara dewletê ye. Dibêjin em di pêvajoyê de bi biryar in. Wê demê mercên ku Rêber Apo di nav de ye divê bêne guhertin. Divê Rêber Apo karibe bi rengekî azad vê pêvajoyê bimeşîne. Niha qala hin desteyan tê kirin, koordînatoriyê tê kirin. Çend roj berê di bernameyan de hevalan jî nirxandin. Ji van wêdetir, divê Rêber Apo karibe bi rengekî azad pêvajoyê bimeşîne. Rêber Apo hêza rêvebirinê ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e, rêberê wê ye. Yê ku di meşandin, rêvebirin û serxistina vê pêvajoyê de bi rola diyarker rabe Rêber Apo ye. Ji bo vê jî bêguman divê Rêber Apo bi azad bixebite. Divê mercên azad ên jiyan û karkirinê yên Rêber Apo bi garantiyeke hiqûqî bê misogerkirin. Ev kar bi defacto jî nabe. Eger Rêber Apo wê pêvajoyê bi rengekî azad bimeşîne, divê çarçoveyeke hiqûqî ya meşandina vê pêvajoyê bi rengekî azad hebe. Divê sererastkirineke wê ya qanûnî hebe. Di hiqûqê de divê navekî vê hebe, statuyeke xwe hebe. Fermiyeta vî karî divê. Ne tenê meşandina bi pratîkî divê karibe bi fermî û pratîkî bimeşîne û ev jî xwedî çarçoveyeke hiqûqî be. Navê wê hebe, wesfê wê hebe. Ev girîng e. Ji destpêkê ve ji bo meşandina vê pêvajoyê Rêberê me gelekî hewl dide, kedê dide. Di vê mijarê de bi rastî jî rojê 24 saetan bi ked û enerjiyekê derbas dike. Bêguman divê nêzîkatiyek li gorî vê bê nîşandan. Rêberê me ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê gelekî bi biryar e, bi israr e, bi bawer e, lê belê dixwaze heman biryardarî, cidiyetê bi muxatabê xw ere jî bibîne. Weke tevger em jî dixwazin bibînin. Muxatab jî, yanî dewlet bi xwe jî di pêşvebirina vê pêvajoyê de eger cidî bi biryar be, wê demê zemîna siyasî, demokratîk û hiqûqî ya vê jî biafirîne û gavên demokratîk biavêje. Bi lez, bêyî ku li demê belav bike, divê Rêberê me karibe vê pêvajoyê di nava mercên azad de bimeşîne, zemîneke hiqûqî û siyasî ya vê yekê bê afirandin.

* Di vê çarçoveyê de desteyeke jêrîn heye ku Rêber Apo jî di nav de ye. Dema dawî Mehmet Ûçûm dema ku ev desteya ku Rêber Apo di nav de ye dinirxand daxuyaniyeke welê da ku gelekî ji rêzê nîşan dida. Li hemberî vê yekê Rêveberiya Tevgerê, DEM Partiyê diyar kir ku Rêbertî wê di vê desteya jêrîn de bi rola koordînatoriyê rabe. Rêbertî wê di vê pêvajoyê de bi roleke çawa rabe, di vê desteya jêrîn de? 

Rêberê me di desteya jêrîn de rolê cih nagire. Bi qasî ku em zanin, ev yek hewldanek afirandina nêrînekê ye. Nêrîneke bi vî rengî tê afirandin. Rêberê me Koordînatorê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Eger em ê illehî bibêjin koordînator, Rêberê me Koordînatorê Pêvjaoya Aştî û Civaka Demokratîk e. 2 sal in ji xwe vê koordînatoriyê dike. Bi pratîkî Rêberê me nêzî 2 sal in ji banga 27'ê Sibatê û vir ve koordînatoriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike, lîderiya wê dike, rêbertiya wê dike. Rêveberiya wê dike. Ev karê ku di pratîkê de dimeşîne divê bibe xwedî çarçove, prosedur û statuyeke hiqûqî, fermî. Divê bi fermî navê vê bê lêkirin. Bêguman divê ev ji raya giştî re bê ragihandin. Ya ku tê xwestin ev e. Desteyên ku hatine avakirin desteyên dewletê bi xwe ne. Desteyên wan e, desteyên ku wa bi xwe bi rêxistin kirine. Di nava wan de mirovên dewletê bi xwe hene, li gorî perspektîf û polîtîkayên xwe dixwaze li gorî pêvajoyê bide xebitandin. Rêber Apo Koordînatorê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Rêveber, rêberê vê pêvajoyê ye. Ji ber girîngiya wê ez careke din dubare dikim û destnîşan dikim; pratîka ku 2 sal in dike divê fermî bibe, bibe xwedî statu û nav lê bê lêkirin. Ya ku tê xwestin û hêvîkirin ev e.

* Piştî ku pêvajoyê destpê kir li hemberî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd êrişên cidî hatin kirin. Hin derdorên neteweperest ên Kurd, hin komên çep û hin derdorên diyarkirî yên Kemalîst zimanê xwe hîn tûj kirin. Sedema van êrişan çi ye

Di vê pêvajoyê de bi rastî jî karê me gelekî zêde bûn, lewma nekarî van nîqaşan ji nêz ve bişopînin. Lewma ez ê nikaribim nirxandinên şênber bikim. Lê belê em zanin ku ji destpêkirina vê pêvajoyê û pê ve gelek nîqaş têne kirin. Carna rexneyên neheq jî têne kirin. Hin derdor li hemberî Rêberê me êrişên gelekî qirêj jî dikin. Ez rexne û fikarên cuda yên hêzên demokrasiyê, tevgerên çep, sosyalîst, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê fêhm dikim. Heta astekê. Heta niha dewletê gaveke demokratîk neavêt, hîn jî desthilatdarî zext û êrişeke giran li ser civakê, muxalefetê dike. Pêkanîn û êrişên antî demokratîk dike. Ev yek ji xwe dibe sedema nerazîbûneke gelekî cidî. Cihê gelek fikar û gumana e ku li cihekî demokrasî nebe ev pêvajo wê çawa bê meşandin. Fikarên hêzên demokrasiyê, tevgerên çep û sosyalîst ên li ser vê mijarê rast e û di cihê xwe de ye. Em jî xwedî heman fikaran e. Li cihê ku demokratîkbûn tine ye, yanî heta ku Tirkiye demokratîk nebe, heta ku demokrasiya xwecihî qebûl neke, heta ku gavên demokratîk, siyasî û hiqûqî neavêje li Tirkiyeyê pêvajoya aştî û civaka demokratîk nikare bi ser bikeve. Ev eşkere ye. Di serketina vê pêvajoyê de demokratîkbûna Tirkiyeyê xwedî cihekî diyarker û roleke diyarker e. Heta ku ev zemîn, ev atmosfer neyê afirandin, heta ku desthilatdarî di polîtîkayên xwe de guhertinê neke nepêkane ku mirov serketinê ji vê pêvajoyê hêvî bike. Li pêkanînên desthilatdariyê dinihêrin, bêguman dikevin nava bêbawerî û reşbîniyê. Ev jî dibe sedem hin nîqaşên nerast û pêşhukmên li dijî Rêberê me û tevgera me. Hinek nîqaş dikin; dibêjî qey Rêbertî, Tevgera Azadiyê bi AKP'ê re peymaneke veşartî çêkiriye, hesabên AKP'ê hene, hesabên hilbijartinê heye, hesabê desthilatdariyê heye, wê vê pêvajoyê jî li ser vê bingehê bi kar bîne. Ev yek ji xwe tê wateya nenaskirina Rêbertî. Fikarên bi vê rêbazê tê wateya nenaskirina Rêbertî, nenaskirina Tevgera Azadiyê ye, nedîtina têkoşîna 53 salan û encamên wê têkoşînê ye. Ev yek neheqiyeke mezin e. Divê mirov nekeve nava nêzîkatiyên bi vî rengî. Rêberê me jî bi pîvan têkoşîneke mezin a demokrasî, azadî û aştiyê dimeşîne. Eger ev pêvajo bi ser bikeve, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk wê bêhn bê ber Tirkiyeyê. Wê demokrasî li Tirkiyeyê bi pêş bikeve, azadî bi pêş bikeve, edalet bi pêş bikeve. Tirkiye wê bikeve nava pêvajoyeke gelekî cuda. Têkoşîna 53 salan a Rêber Apo û tevgera azadiyê ispata vê ye. Encamên wê ispata vê ye. Ne rast e ku di vê mijarê de mirov bikeve nava fikar û gumanan. Em vê bi eşkere bibêjin. Eger li Tirkiyeyê demokrasî, aştî, azadî, edalet ê xwestin divê ev hêz hemû bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Divê bi berpirsyariyê rabin, pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Divê bi Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi rêxistiniya demokratîk siyasî re têkoşîneke hevpar a demokrasî, azadî û wekheviyê bimeşînin. Di bingeha vê de jî azadiya Rêber Apo heye. Azadiya Rêber Apo ji azadiya Kurdan cuda nîne, ji demokrasiya Tirkiyeyê cuda nîne. Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya Kurdan, tê wê wateyê ku Tirkiye bikeve nava pêvajoya demokratîkbûnê. Ev eşkere ye. Di vê mijarê de divê enerjî ji bo vê bê dayin, ji bo vê kar bê kirin, bi xurtî xwedî li vê pêvajoyê bê derketin, pêşengî jê re bê kirin. Dixwazim vê bibêjim.

* Hin rewşenbîr û siyasetmedaran ji bo xwedîderketina li pêvajoyê dest bi kampanya îmzeyan a 1001'î kirin.

Ev yek çalakiyeke gelekî hêja û bi wate ye. Divê ev yek hîn bêhtir were mezinkirin û berfirehkirin. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê çi ye? Li Tirkiyeyê gelek hêz û avanî di çarçoveya xwe de têkoşînê dimeşînin. Têkoşîn li cihekî nabe yek, venaguhere sînerjiyekê. Tevgera jinan li eniya xwe têkoşînê dimeşîne, ciwan li eniya xwe, tevgerên ekolojiyê, tevgerên hawirdorê bi heman rengî, kedkar, gundî bi heman rengî, hêzên demokrasiyê bi heman rengî. Yanî her kes li taxa xwe, li çepera xwe, li eniya xwe têkoşînê dimeşîne. Eger mirov her yekê weke çemekî bibîne, her çemek ji cihekî cuda diherike û diçe, diherike cihekî cuda. Dema ev çem bigihêjin hev, ev dînamîkên têkoşînê bên gel hev, veguhere têkoşîneke hevpar û yekbûyî ev yek wê li Tirkiyeyê tevgereke gelekî xurt a demokrasiyê derxîne holê. Wê dînamîkeke gelekî xurt a demokrasiyê derxîne holê. Û wê xwedîderketineke gelekî xurt a li pêvajoyê biafirîne. Di serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî wê bi roleke gelekî girîng rabe. Ev girîng e. Mînak, înîsiyatîfa ku rewşenbîran dan destpêkirin gelekî girîng û bi wate ye. Lê belê eger tenê bi rewşenbîran sînorkirî bimîne û tenê bi kampanyeyeke 1001 îmze sînorkirî bimîne, wê heta astekê encamekê bi xwe re bîne.

* Jin wê konferanseke li ser rola jinan a di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de û afirandina xeta têkoşînê ya li dijî serweriya mêr, lidar bixin. Di vê navberê de ji bo jinan hûn dixwazin çi bibêjin?

Jinan jî bi gotina 'Jin bi hev re' dest bi pêvajoyeke têkoşînê kirin. Bawerim wê di dawiya Cotmehê, destpêka Mijdarê de jî karekî bikin. Li wê derê jî wê plana têkoşîna hevpar derxînin, têkoşîneke hevpar û yekbûyî bimeşînin. Ev pir girîng e. Ev têkoşîna jinan, weke min got, kampanya 1001 îmzeyan a rewşenbîran, têkoşîna kedkaran, tevgerên ekolojîk ên hawirdorê bi giştî têkoşîna hemû dînamîkên demokratîk ên li Tirkiyeyê eger li qadeke hevpar bigihêje hev, veguhere têkoşîneke hevpar û di bingeha vê têkoşînê de demokrasî, azadî, wekhevî, edalet, jiyaneke demokratîk a hevpar hebe, ev yek wê li Tirkiyeyê tevgereke gelekî xurt a demokrasiyê derxîne holê. Di serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wê roleke pir pir girîng bilîze. Û wê lezê bide vê pêvajoyê. Ev yek wê li ser desthilatdariyê jî bibe zexteke cidî, bike ku dewlet û desthilatdarî bêyî ku li demê belav bike gavên demokratîk, siyasî û hiqûqî biavêje. Ev yek bi têkoşînê dibe. Bi temaşekirinê, bi bendemayinê, bi têkoşîneke sînordar a her kesî ya li taxa xwe ev pêvajo di demeke kurt de bi ser nakeve. Ez careke din dibêjim, têkoşîna wan xwedî wateyekê ye lê belê divê mirov wan têkoşînê li qadeke hevpar bigihînin hev û veguherînin sînerjiyeke hevpar. Ev yek wê hêz, îrade û tevgereke gelekî xurt a demokrasiyê derxîne holê. Wê zorê bide dewlet û desthilatdariyê ku gavên demokratîk biavêje. Wê bibe wesîle ku ev pêvajo bi lez bê meşandin. Divê ev bê kirin. Ji bo jinan jî bi heman rengî ye. Jin hêmana esasî ya vê pêvajoyê ne, hêza wê ya pêşeng e, hêza diyarker e, hêza avakar a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Hêza bingehîn a avakirinê ye. Ev pêvajo bi pêşengiya jinan, bi tevlîbûna xurt a jinan û bi têkoşîna wan dikare bi pêş ve biçe. Divê jin jî karibin vê têkoşîna xwe bi dînamîkên din ên demokratîk ên li nava civakê re bigihîne hev, bike yek. Pêwîste karibe bibe hêza bingehîn û pêşeng a vê têkoşînê. Eger ev bibe wê li ser desthilatdarî û dewletê bibe zexteke girîng û wê bi xwe re avêtina gavên demokratîk bîne. Ev kar gelekî hêja ne. Doh li Giyadînê meşek hebû bi dirûşma 'Em xak û ava xwe biparêzin'. Gelekî girîng e. Li her derê talaneke mezin a xwezayê heye, li Kurdistanê, li Tirkiyeyê. Gav bi gav tevgerên ekolojîk bi pêş dikevin, di vê mijarê de berpirsyariyeke cidî rû dide. Li Derya Reş, li gundên Egeyê tevgerên xwedî li xak, dar, zeytûn, av, daristana xwe derdikevin; di vê mijarê de tevgereke cidî ya gundiyan jî bi pêş dikeve. Jin jî pêşengiyê ji vê re dikin. Ev gelekî hêja ye. Bi mehan e, nêzî saleke li Gimgim, Dersim, Şirnexê têkoşîn tê meşandin. Li Kurdistanê ji xwe hilweşandineke xwezayê heye. Qirkirinek heye, qirkirina ekolojîk heye. Weke parçeyek ji polîtîka qirkirinê bi salan e tê kirin û ev hîn neqediya ye. Vê dewam dikin. Di vê mijarê de baldariyek heye, girîng e ev jî berfireh bibe. Li her derê divê têkoşîneke cidî bê meşandin. Li dijî narkotîk kampanya 'Şiyar be' heye. Ev jî baldariyeke girîng bi xwe re tîne. Di vê mijarê de jî bi rêya narkotîk, fûhûş û tundiya li hemberî jinan qirkirineke mezin a civakê, ciwanan, jinan û zarokan tê meşandin. Eger ev hemû berfireh bibin û li cihekî hevpar bigihêje hev, ev yek wê sînerjiyeke mezin derxîne holê. Wê tevgereke demokrasiyê ya gelekî xurt biafirîne. Di serxistina pêvajoyê de wê bi roleke gelekî girîng rabe. Divê ji bo vê kar bê kirin.

* Dema dawî li Başûrê Kurdistanê jî pêşketinên erênî çêbûn. Pêşmergeyên PDK û YNK di bin sîwana wezareteke hevpar de gihîştin hev. Ev rewş wê bandoreke çawa li pêvajoyê bike?

Rewşa Başûrê Kurdistanê girîng e. Yekbûna pêşmergeyan di bin sîwana wezareteke hevpar de pêşketineke erênî ye. Nîqaş li ser avakirina hikumetê jî hene. Weke ku tê zanîn ji hilbijartinê û vir ve li Başûr hikumet nehatiye avakirin. Bêguman girîng e ev nîqaş jî biçin encamekê. Gelekî girîng e ku li Başûr hikumeteke demokratîk bê avakirin. Em vê gelekî girîng dibînin. Li Başûr êdî divê dawî li wê serdemê bê anîn ku xwe dispêre desthilatdariya partiyê, desthilatdariya malbatê. Divê Hikumeteke Yekîtiya Demokratîk bê avakirin ku hemû beşên civakê, hêzên siyasî di nav de bin, lê bêne temsîlkirin. Hem avaniya federal a li Başûr divê êdî veguhere sîstemeke demokratîk a federal, hem jî rêveberî divê karibe veguhere rêveberî, hikumeteke demokratîk. Sîstem û rêveberiyek ku demokrasiya xwe pêk aniye, aştiya xwe ya navxweyî pêk aniye di demokratîkbûna Iraq û herêmê de wê roleke gelekî mezin bilîze û bibe hêzeke diyarker. Eger bi vî rengî bibe hem li Tirkiyeyê hem li Başûr, hem li Sûriyeyê, hem li Îranê bi giştî têkoşîna demokratîk a Kurdan a giştî di demokratîkbûna Rojhilata Navîn de wê roleke gelekî mezin bilîze û herêmê jî demokratîk bike. Di vê mijarê de rola başûr jî wê girîng be. Başûrê Kurdistan a demokratîk û federal û hikumeteke yekîtiyê ya demokratîk, artêşeke yekbûyî ya pêşmergeyan ev gelekî girîng e. Di demokratîkkirina başûr û Iraqê de tevkariya xwe wê gelekî zêde be.

* Dema dawî li Rojava jî pêvajoyeke entegrasyonê destpê kir. Hin tayînkirin çêbûn. Di mijara ziman de hin biryar hatin wergirtin. Lê belê tê dîtin ku civak ji vê yekê gelekî aciz e. Her wiha bûyerên li Kobanê rû dan asta zextê nîşan dide. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin? Hûn polîtîkayên rêveberiya Şara çawa dinirxînin? Şaşitiyên xwe çi ne, çawa dikare çareser bike?

Ji xwe qet ne pêkan e ku mirov ji bo Sûriyeyê qala rêveberî, hikumet, dewleteke demokratîk bikin. Niha sîstemeke faşîst a navedîperest, tekperest heye li Şamê. Entegrasyoneke demokratîk li nava sîstemeke faşîst û navendîperest ji xwe nepêkan e. Eşkere ye ku ev pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava bi rengekî rast nehatiye meşandin. Xuya ye entegrasyona demokratîk jî baş nehatiye fêhmkirin. Entegrasyona demokratîk bi dewleteke demokratîk dibe. Heta ku dewletek, komareke demokratîk entegrasyoneke demokratîk pêk nayê. Entegrasyona demokratîk çi ye? Entregrasyona demokratîk tê wateya qebûlkirina rêveberiya xwecihî, xwerêveberî, xweseriya demokratîk ji aliyê dewletê ve ye. Di heman demê de tê wê wateyê ku dewlet xwe bi vî rengî biguherîne, bala xwe li ser demokrasiyê be. Li ser bingeha avakirina komara demokratîk destpêkirina pêvajoyekê ye. Tê wateya tevlîbûna dewletê li pergaleke destûrî ya demokratîk. Ev hene li Sûriyeyê? Nîne. Lewma tişta ku niha ji entegrasyonê tê fêhmkirin çi ye? Bi wî şêweyî tê fêhmkirin ku saziyên rêveberiya xweser bi rê û rêbazekê radestî Şamê bê kirin. Rêvebirina Rojava, wîlayeta Hesekê bi feraseta dewletê tê fêhmkirin. Ev yek têgihiştineke gelekî şaş e. Fêhmkirina gelekî şaş a entegrasyona demokratîk e. Pêvajoya entegrasyona demokratîk ne pêvajoyeke welê ye ku bi hêsanî bi cih were. Pêvajoyeke welê ye ku demokratîkbûna dewletê, bi demokratîkbûna Sûriyeyê, bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk re di nava hev de bimeşe û pêk were. Ji bo vê pêwîstî bi têkoşîneke cidî ya demokrasiyê heye. Bêguman di nava van pêvajoya hemûyan de zîhniyeta Şamê diyar e, xwedî mejiyekî antî demokratîk, faşîst e. Lewma pêvajoyeke welê ye ku bi rageşî derbas bibe. Divê ev yek jî li ber çavan bê girtin û têkoşîna demokrasiyê bê meşandin. Di vê mijarê de pirsgirêk heye. Herî dawî daxistina zimanê dayikê li sê saetan, li dersê hilbijartî, daxistina li sê saetan ji bo hefteyê encamek ji vê feraseta Şamê ye ku min berhiya niha qalê kir. Eger li Şamê sîstemeke demokratîk, şêweyekî demokratîk ê rêveberiyê nebe bêguman tişta ku ew mejî qebûl bike wê ne perwerdeya bi zimanê dayikê be. Tişta ku qebûl bike, dersê hilbijartî yê herî zêde 2-3 saet e. Rojava 14 sal in bi Rêveberiya Xweser tê birêvebirin. Paradîgmaya neteweya demokratîk li wir bi beden bû, şênber bû. 14 sal in li Rojava, li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi hev re bi rengekî demokratîk û azad jiyan. Her gel, di serî de Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dît. Kurdan, Asûrî-Suryaniyan, Ereban perwerdeya bi zimanê dayikê dîtin. Pirzimanî bû nasnameya Rojava. Niha nêzîkatiyeke ku van ji nedîtî ve tê, red dike tê dîtin. Ev nêzîkatî, ev feraset, ev mejî aştî, demokrasî, azadiyê nîne Sûriyeyê. Jiyaneke bi xwişk û biratî û azadiyê ya gelan a bi hev re nîne Sûriyeyê. Eger ev zîhniyet ji holê neyê rakirin; îro nebe sibe, sibe nebe dusib Sûriye nikare ji şerê navxweyî rizgar bibe. Nikare ji rageşî û nearamiyê rizgar bibe. Ev eşkere ye. Hefteyê 3 saetan bi dersa hilbijartî kes bi Kurdî perwerdeyê nabîne, kes vê qebûl jî nake. Ji xwe dibêjin ku ew qebûl nakin. Her roj zarok, ciwan, extiyar tevahiya gelê Rojava ji 7 heta 70 salî li ser piyan e. Protestoyên gelekî cidî têne lidarxistin. Diyar e ku ev ê dewam bike. Vê yekê hêrseke gelekî mezin bi xwe re anî. Eger tu perwerdeya bi zimanê dayikê ya gelekî qebûl nake, ev tê wê wateyê ku tu hebûna wî gelî jî qebûl nake. Qebûlkirina hebûna gelekî tê wateya qebûlkirina perwerdeya bi zimanê dayikê ya wî gelî. Qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê çi ye, tê çi wateyê? Qedexe çi ye? Vî gelî têkoşîneke mezin meşand, berdêlên giran da. Ev bedel ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bû, ji bo rêvebirina xwe bi xwe ya bi rengekî azad bû, ji b xwerêveberiyê bû, ji bo xweparastinê bû. Tinehesibandina van tê wateya derîvekirina li nearamiya Sûriyeyê. Lewma di vê mijarê de pêwîstî bi guhertineke gelekî cidî ya zîhniyetê heye. Heta ku li Şamê zîhniyet neyê guhertin, pêvajoyeke entegrasyonê ya demokratîk a çêker pêk nayê. Ev pêkan nîne.

* Çend roj berê salvegera serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' bû. Li Îranê krîz û pirsgirêk dewam dikin. Têkildarî darvekirinan, zextên li hemberî jinan û demokratîkbûnê gavek nehate avêtin. Hûn ji bo Kurdên li vê derê nexşerêyeke çawa pêşniyar dikin?

Îran di nava şerekî mezin de ye. Niha hinekî sekinî xuya bike jî şer dewam dike. Bi her awayî li ser Îranê; ambargo, êriş dewam dike. Di vê pêvajoya şer de Îran bi rengekî cidî lawaz bû. Zextên giran li civakê kir. Polîtîkayên darvekirinê zêde bû. Komkujiyan dewam kirin. Hewl hate dayin ku civak bi darvekirin û komkujiyan bê tepisandin. Rewşeke bêdengiyê li nava civakê rû da. Lê belê ev qet nayê wê wateyê ku hêrsa civakê ya li hemberî vê rejîmê, rêveberiyê kêm bûye, yan jî dest ji daxwazên xwe berdaye. Em bawer dikin, rejîm, rêveberiya Îranê jî vê rastiyê dibîne. Di nava civakê de hêrseke gelekî mezin heye ku kom bûye. Serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' ji xwe teqîna vê bû, asta herî bilind a vê yekê bû. Ji 7 heta 70 salî tevahiya civaka Îranê, ne tenê xizan, çîna navîn gelek derdorên burokrasiyê yên li nava dewletê beşdarî van serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî' bûn. Daxwaz û nerazîbûnên xwe danîn holê. Bêguman di vê mijarê de jinan pêşengî ji van serhildanan re kir. Bi rastî jî têkoşîneke jinê ya gelekî bi heybet hate meşandin. Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' li Îranê, li Rojhilat şoreşeke civakî afirand. Rê li ber guherîn û veguherîneke gelekî cidî ya civakî. Êdî ev nikare bê vegerandin. Bi rastî jî li Îranê ji aliyê civakî ve jî di nava civakê de guherîneke cidî, demokratîkbûneke cidî heye. Di nava civakê de daxwazên demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê gelekî zêde bûye. Eger Îran çav û guhên xwe ji vê bigire, ji nedîtî ve bê, ji nebihîstinê bê wê bi temamî winda bike. Ji xwe bi destwerdaneke derve re jî rû bi rû ye, li hundir jî aciziyeke ewqasî cidî heye. Di asta heyî de ji xwe rewatiya rêveber û rejîma heyî nemaye. Bi rengekî cidî rewatiya xwe winda kir. Desthilatdariyek ku ji aliyê civakê ve neyê qebûlkirin nikare li ser piyan bimîne. Dibe ku ji bo demeke kurt bi zext, zilmê, darvekirinê, bi tirsandin û tepisandinê hinekî karibe temenê xwe dirêj bike, lê belê ew hindik e. Bi demdirêjî nikare xwe li ser piyan bihêle. Rewatî gelekî girîng e. Rejîm, desthilatdariya heyî rewatiya xwe winda kiriye. Li pêşiya wê du rê hene. Ya wê reformên gelekî cidî bike, gavên demokratîk biavêje. Îran bi demokratîkbûnê, bi bersivdana li daxwazên civakê û jinan wê vê pêvajoyê derbas bike. Yan jî wê ji hev bikeve. Wekî din rêyek cuda nîne. Ya rast çi ye? Ya rast ew e ku gava demokratîk biavêje. Di vir de rola Kurdan jî gelekî girîng e. Ji destpêkê ve bi taybetî PJAK'ê stratejiyeke gelekî rast meşand. Li ser bingeha demokrasiya xwecihî ji xwe re kir armanc ku Îranê demokratîk bike. Polîtîkayeke bi vî rengî meşand, kar kir û têkoşiya. Ev polîtîkayeke rast e. Ya ku Îranê demokratîk bike jî bi rastî jî ev e. Di serî de Kurd naskirina maf, nasnameya wan tê wateya qebûlkirina demokrasiya xwecihî. Îranê di herikîna dîrokê de, timî di salên dirêj de, sed salan de bi şêweyekî federal hatiye birêvebirin. Xwedî dîrokeke li gorî vê ye. Rastiya xwe ya civakî jî gelekî li rêveberiya demokratîk tê. Di vê mijarê de danhevî û tecrûbeya xwe gelekî zêde ye. Hîn jî li Îranê gelek eyalet hene. Eyaleta Kurdistanê jî heye. Lê belê nava wê zêde dagirtî nîne. Ne kêrhatî ye. Dikare jinûve bê nûkirin. Îraneke demokratîk federal, Rojhilat a demokratîk a xwe dispêre rêveberiyên xwecihî yên demokratîk, hemû gel û baweriyên li Îranê li ser vê bingehê, li ser esasê demokrasiya xwecihî karibin xwe bi rengekî azad îfade û birêxistin bikin, li ser vê bingehê Îran demokratîk bibe, Îran dikare xwe ji vê rewşê rizgar bike. Dikare bi serketî ji vê pêvajoyê derbas bibe. Di vê mijarê de têkoşîn, polîtîka û stratejiya Kurdan mînakeke gelekî girîng e. Ji bo rêxistin û dînamîkên din ên li Îranê û Rojhilat jî modelek e. Ev girîng e. Li Îranê jî Tifaqa Demokrasiyê gelekî girîng e. Li nava Îranê jî gelek dînamîk hene, gelek derdor hene ku alîgirê demokratîkbûna Îranê ne. Eger ev jî li dora vê tifaqê li hev bicivin, bibin yek û hêz û îradeya têkoşîneke hevpar karibin nîşan bidin di demokratîkbûna Îranê de ev tevger jî wê bibe xwedî roleke gelekî girîng. Li dijî darvekirinan kampanyayek hate destpêkirin. KJAR bi salan e vê kampanyayê dimeşîne. Bi giştî veguherî kampanyayeke PJAK'ê jî. Lê belê divê ev nebe kampanyayek ku bi PJAK, KJAR'ê re sînordar bimîne. Bi rastî jî ev kiryarên darvekirinê kiryarên gelekî hovane ne. Bi taybetî di vê serdemê de polîtîkayeke hovane ye ku nikare bê qebûlkirin. Li hemberî vê yekê jî divê ev kampanya derbasî asteke pêngavê bibe, her kes xwedî li vê pêngavê derkeve. Hem li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, hem jî her kesên li dijî darvekirin û kiryarên antî demokratîk in, li Îranê daxwaza azadî, wekheviyê dixwazin û ji bo Îraneke demokratîk têdikoşin beşdarî vê pêngavê û kampanyayê bibin. Dengê xwe bilind bikin. Divê têkoşîneke gelekî xurt bê meşandin. Çend roj berê nûçeyek hebû; di nava hefteyekê de li Îranê 28 darvekirin pêk hat. Tiştekî gelekî giran û metirsîdar e. Bi taybetî salek, sal û nîveke gelekî zêde bûye. Bi polîtîkayên darvekirinê ev civak nikare bê tepisandin. Desthilatdariya ku vê nebîne kor e, kerr e. Nayê fêhmkirin bi rastî jî. Ev yek hêrsê mezin dike, berxwedêriyê xurt dike. Vaye serhildanên 'Jin, Jiyan, Azadî'. Encam, teqîna dehan salan e. Di rewşa heyî de jî dewam dike. Lewma divê li hemberî darvekirinê jî têkoşîneke gelekî xurt bê meşandin û divê hemû derdorên demokratîk, azadî û wekheviyê li gel pêngava rêxistinên Rojhilat cih bigirin û tevlî vê têkoşînê bibin. Ez vê jî girîng dibînim.