Îtalyayê hêzên xwe yên dawî ji Iraqê vekişandin

Îtalyayê piştî 12 salan hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê bi dawî kir, tenê efser wekî beşek ji Mîsyona şandeya YE’yê bi erêkirina hikumeta Iraqê hişt.

Îtalyayê hêzên xwe yên dawî ji Iraqê vekişandin
29 îlon, 2026   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Îtalyayê îro ragihand ku hêzên xwe yên dawî ji Iraqê vekişandin, bi wê yekê hebûna leşkerî ya 12 salan bi dawî kir.

Piştî êrişa li dijî baregeheke leşkerî ya li Herêma Başûrê Kurdistanê, Romayê piraniya hêzên xwe ji Iraqê heta Adara 2026’an vekişandibû.

Hêzên Îtalyayê beşdarî Operasyona “El Ezm El Selb” ya bi serkêşiya Amerîkayê li dijî DAIŞ’ê bûn û her wiha beşdarî mîsyona şandeya NATO’yê li Iraqê bûn.

Wezareta Parastinê ya Îtalyayê diyar kir ku hêzên Îtalyayê û NATO’yê bi rayedarên herêmî re li hev kirine ku heta 30’ê Îlonê ji herêmê derkevin.

Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Guido Crosetto diyar kir ku vekişîn nîşana veguherînek ber bi Iraqê ve ye ku berpirsiyariya xwe ya ewlehiya xwe digire ser xwe, di heman demê de du efserên Karabiniyeriyê yên Îtalyayê dê wekî beşek ji Mîsyona şandeya YE’yê bi erêkirina hikumeta Iraqê bimînin.

(f)