Îsraîlê piştî 16 mehan ji girtinê ciwanek berda

Hêzên Îsraîlê ciwanekî ji gundê Ternece yê Quneytrayê piştî zêdetirî 16 mehan girtibû berda û ciwanekî din girt.

Îsraîlê piştî 16 mehan ji girtinê ciwanek berda
29 îlon, 2026   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê îro ciwanê ji gundê Ternece yê Quneytrayê piştî zêdetirî 16 mehan girtibû berda. Sedem û mercên girtina wî nehatin zanîn.

Li gorî SOHR‘ê, hêzên Îsraîlê îro ciwanekî din ji gundê Huriye yê bakurê Quneytrayê girt. Agahiyên der barê sedemên girtina wî û cihê lê hatiye ragirtin de nehatin zanîn.

 (f)