Vegera koma sêyemîn a koçberên Serêkaniyê rojekê hat taloqkirin

Ji ber temamnebûna amadekariyên pêwîst vegera koma sêyemîn a koçberên Serêkaniyê li warê rojekê tenê hat taloqkirin.

Vegera koma sêyemîn a koçberên Serêkaniyê rojekê hat taloqkirin
29 îlon, 2026   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê duh ragihandibû ku koma sêyemîn a koçberan ku ji nêzîkî 500 malbatî pêk dê dê roja yekşema bê vegere warê xwe.

Nivîsgeha Kar û Barêk Kampan û Navendên Bicihbûnê ya Komîteya Koçberên Serêkaniyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku vegera koma sêyemîn rojekê tenê hat taloqkirin û ev gahî dan: " Ji ber temamnebûna amadekariyên pêwîst vegera karwanê sêyemîn ê koçberan li warê xwe rojekê tenê hat talqokirin."

Nivîsgehê diyar kir ku karwanê sêyemîn ji 516 malbatan pêk tê û da zanîn bi armanca temamkirina amadekariyên lojîsîk û ewlehî, ji bo mîsogerkirina vegereke ewle û rêxistinkirinî û silametiya malbatan, vegera komê taloqî roja duşema bê hat kirin.

Nivîsgehê diyar kir ku vegera ewle, dilxwaz û bi rûmet mafekî esîl ê her koçberekî/î ye û amadkirina zemîna guncaw jî berpirsyariya hevbeş a aliyên têkildar e.

 (bb)