Dagirker gundekî li ser rêya Til Temir-Qamişlo topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker asta topbaranên li ser navçeya Til Temirê fireh dike ku bi wê re gundê Mecêbire yê li ser rêya Til Temir-Qamişlo topbaran dike.

Dagirker gundekî li ser rêya Til Temir-Qamişlo topbaran dike
24 tîrmeh, 2022   07:04
HESEKÊ

Nûçegihanê ji herêmê ragihand ku dagirkeriya Tirk di van kêliyan de gundê Mecêbire yê li ser rêya Til Temir-Qamişlo topbaran dike.

Li kêlek wê artêşa Tirk a dagirker gundewarên rojava û bakurê Til Temirê, navenda navçeya Zirganê û bakurê wê bi dijwarî topbaran dike, her wiha hemwextî wê gelek gundên li navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.

Di encama topbarana artêşa Tirk li ser gundewarên Til Temirê welatiyeke şehîd bû  û 4 jî birîndar bûn, di nav de 2 jin hene. Di heman demê de endamekî hêzên hikumta Şamê hate qetilkirin û 4 jî birîndar bûn, di nav de 2 zarok û bavê wan hene.

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundên navçeyên Şera û Şêrawayê de 2 endamên hêzên hikumeta Şamê li Şera birîndar bûn.

(fr)

ANHA