Li Hesekê kesek bi guleya bêserûber jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Hesekê kesek di encama gulebarana bêserûber de jiyana xwe ji dest da.

Li Hesekê kesek bi guleya bêserûber jiyana xwe ji dest da
29 îlon, 2026   20:05
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê wergirtine, kesek dema di teksiyê de bû di encama gulebarana bêsûber de jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li nêzî mizgefta El Farûq a naverasta bajar rû da.

Çavkaniyek bijîşkî ji nexweşxaneyê ragihand ku ew kes mirî gihaştibû nexweşxenyê, li gorî raporên tiba edlî, sedema mirina wî gule li singa wî ketibû û gelek xwîn winda kiribû.

(bb)

ANHA