Gundên Şera û Şêrawayê tên topbarankirin-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Tinib ê navçeya Şera û gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa yên Efrîna dagirkirî tobparan dike.

Gundên Şera û Şêrawayê tên topbarankirin-HATE NÛKIRIN
24 tîrmeh, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêaş Tirk a dagirker û çeteyên wê carek din gundê Tinib ê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî bi çekên giran tobparan dikin.

Heta kêliya amadekaririna nûçeyê, nêzî 30 top li derdora gundê Tinib ketibûn.

Hemwextî wê, arêtşa Tirk a dagirker gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa jî daye ber topan.

Hate ragihandin ku di encama topbaranê de zirarên madî çêbûne û topbaran hîna berdewam e.

(cx)

ANHA