Rûsyayê kontrolkirina 2 bajarokên Ukraynayê ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê li Donetsk û Kharkivê yên rojhilatê Ukraynayê du bajarokê kontrol kirine û di 24 saetên borî de 287 dron xistine.

Rûsyayê kontrolkirina 2 bajarokên Ukraynayê ragihand
29 îlon, 2026   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokên Vyselhuly Pole yê Komara Gel a Donetskê û Krydiankayê ya herêma Kharkiv ên rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.

Wezaretê di daxuyaniya xwe ya îro de da zanîn ku hêzên Rûsyayê li dijî santralên elektrîkê û depoya dronan ên Ukraynayê êriş pêk anîne û operasyonên xwe li Donetsk û Kharkivê didomînin.

 Wezaretê destnîşan kir ku hêzên wê li Kharkivê leşker û alavên tugayên Ukraynayê kirin hedef û hewldanên rakirina dorpêça li ser hêzên Ukraynayê têk birine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê her wiha ragihand ku hêzên wê di 24 saetên borî de 6 bombeyên rêberkirî û 287 dronên Ukraynayê xistine xwarê, 6 wesayîtên zirxî îmha kirine û 72 avahî li bajarê Dobropoljeyê desteser kirine.

(bb)