Şandeyek Wezareta Xwendina Bilind serdana Zanîngeha Kobanê kir

Şandeyek ji Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê  bi berpirsên Zanîngeha Kobanê re civiya û rewşa zanîngehê, makanîzmeya entegrasyon û naskirina bawernameyên wê nîqaş kirin.

29 îlon, 2026   17:24
KOBANÊ

Şandeyek ji Wezareta Xwendina Bilind a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê  serdana Zanîngeha Kobanê kir.

Şande ji alîkarê wezîrê Xwendina Bilind Ebdulhemîd El Xalid, serokê Zanîngeha Helebê Ûsama Redûn û sekretêrê Meclisa Xwendina Bilind Elî El Casim û endamên Komîteya Entegrasyonê pêk tê, serdana Zanîngeha Kobanê kir. Şande ji aliyê hevserokên Zanîngeha Kobanê û endamên rêveber ên zanîngehê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de li ser makanîzmeya entegrekirina zanîngehê di pergala perwerdeyê ya wezaretê de û pêşeroja zanîngehê û xwendekarên wê nîqaşên berfireh hatin kirin.

Piştî civîn bi dawî bû, daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de girîngiya rewşa akademîk ya Zanîngeha Kobanê ji destpêka avakirina wê de û heta roja îro hat vegotin. Hate desntîşankirin ku zanîngehê di nava şert û mercên herî zehmet de gavên gelekî girîng avêtin. Her wiha hate gotin ku piştî pêvajoya entegrasyonê dê bawernameyên zanîngehê werin naskirin û ev dosya dê ji Meclisa Perwerdeya Bilind re were şandin û li gorî wê dê biryara naskirinê were dayîn.

(so)

ANHA