Li Zirganê ciwanan xwepêşandan li dar xist

Ciwan û şêniyên bajarê Zirganê ji bo perwerdeya zimanê kurdî xwepêşandan li dar xistin.

Li Zirganê ciwanan xwepêşandan li dar xist
Li Zirganê ciwanan xwepêşandan li dar xist
Li Zirganê ciwanan xwepêşandan li dar xist
Li Zirganê ciwanan xwepêşandan li dar xist
Li Zirganê ciwanan xwepêşandan li dar xist
Li Zirganê ciwanan xwepêşandan li dar xist
29 îlon, 2026   15:52
HESEKÊ

Li bajarê Zirganê ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û şêniyan ji bo perwerdeya kurdî xwepêşandan li dar xistin û li beramberî biryara Wezareta Perwerdeyê helwestê xwe diyar kir. 

Xwepêşandan ji navenda PYD`ê dest pê kir û pankartên li ser hatibû nivîsandin "Zimanê me nasnameya me ye", "Perwerdeya bi zimanê kurdî berhemê têkoşîna bi salane","Ez ê bi kurdîn baxivim, bixwînim û binîvsînim","Zimanê kurdî rûmeta me ye" û "Me bi kurdî destpêkir û em ê pê berdewam bikin", hildabûn.

Xwepêşandêr ji navenda PYD`ê heyanî qada bajêr meşiyan, piştî deqeyekê rêzgirtine daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî dan û ji aliyê endamên PYD`ê Dilyar Ebdî û Îhlam Derwîş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku sîstemê bi salan polîtîka înkar û helandinê li ser gelê Kurd ferz kir û ziman û nasnameya wan qedexe kir.

Destnîşan kir ku gelê Kurd xwedî çandeke dewlemend e, zimanê kurdî jî nasnameya çandî, dîrokî û civakî ya gelê Kurd e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de anî ziman ku gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê ve girêdayî ye, zarokan ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi kurdî xwendine û divê bi kurdî berdewam bikin.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de were misogerkirin, mafê ziman û çandî yê gelê Kurd were parastin û gelê Kurd yek ji pêkhateyên Sûriyeyê were dîtin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku xwepêşandan û çalakî ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî berdewam bike.

(np)

ANHA