MÎT′ê ciwanekî efrînî revand

MÎT′ê ciwanek li gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî revand.

MÎT′ê ciwanekî efrînî revand
17 cotmeh 2023   09:07

Li gorî agahiyên çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) ciwanê bi navê Sîwar Hemdî yê ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî, revand.

Çavkaniyan aşkera kir ku MÎT′ê Sîwar Hemdî ber bi cihekî nediyar ve biriye û aqûbeta wî nayê zanîn.

(fr)

ANHA