Îsraîl ragihand ku fermandarekî din ê Hamasê hatiye kuştin

Di êrişa Îsraîlê ya li ser Xezeyê de, fermandarê Hamasî Îzzeddin el-Beyk jî di nav de 2 kes mirin.

Îsraîl ragihand ku fermandarekî din ê Hamasê hatiye kuştin
29 îlon, 2026   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê danê sibehê ji hewayê ve êrişî avahiyeke li Taxa Nasr a li bakurê bajarê Xezeyê kir. Di êrişê de ji fermandarên Lîwaya Îzzeddîn el-Qassamê Îzzeddin el-Beyk û kesekî din mirin û gelek kes jî birîndar bûn.