'Li hemberî êrişên li ser şoreşa me divê helwesta me yek be'

Di rûniştina duyemîna  Foruma Şoreşa Jin hate gotin, armanca sereke ya forumê gihandina dengê şoreşa jinê ye, her wiha guhdarkirina nêrîn, rexne û pêşniyarên jinên Rojhilata Navîn ên derbarê Şoreşa 19'ê Tîrmehê de ye. Her wiha hate gotin, li hemberî gef û êrişên li ser şoreşê divê jinan helwesta xwe bikin yek

'Li hemberî êrişên li ser şoreşa me divê helwesta me yek be'
23 tîrmeh, 2022   15:33
QAMIŞLO

Di rûniştina duyemîn a roja dawî ya Foruma Şoreşa Jin a li ser asta Rojhilata Navîn de xêzkirina perespektîvên pêşerojê ji aliyê berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Heyfa Hesen, endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Rûken Ehmed û berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Zûd El-Îsa ve hate şîrovekirin.

Di rûniştinê de rojnamevana Ronahî Tv Renda Mecîd li ser mijarên forumê pirsî û ji aliyê beşdaran ve bersiv hate dayîn.

Rojnamevan Renda Mecîd pirsa girîngiya lidarxistina forumê di vê de û nirxandinên du rojan ên forumê ji endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Rûken Ehmed kir.

Rûken Ehmed diyar kir hejmareke mezin a jinan ji bo nirxandina têkoşîna jinan a 10 salên şoreşê beşdarî forumê bûn.

'HIKUMTA ŞAMÊ NEHIŞT ŞANDEYA LUBNANÊ BEŞDARÎ FORUMÊ BIBE'

Rûken Ehmed îşaret pê kir ku jinan di deh salên şoreşa xwe de gavên mezin di qada dîplomasî de avêtin, lê li ser asta Rojhilata Navîn lawaz ma. Her wiha diyar kir ku armanc ji vê forumê ew e ku dengê Şoreşa 19'ê Tîrmehê ragihînin, li nêrîn û pêşniyarên jinên Rojhilata Navîn ên derbarê şoreşê de guhdar bikin.

Rûken Ehmed da zanîn ku şandeyek a jinan ji Lubnanê xwest beşdarî forumê bibe, lê dema gihişt balafirgeha Qamişloyê ji aliyê hikumeta Şamê ve hat astengkirin.

Têkildarî nîqaşên ku di forumê de hatin kirin Rûken Ehmed ev tişt got: "Têkildarî têkoşîna jinan û astengiyên ku li pêşiya wan derketin, çawaniya ku jin xwe bi rêxistin bikin heta ku gihişt vê astê, her wiha çawaniya parastina destkeftiyên şoreşê nîqaşên berfireh hebûn. ''

YEK HÊZ JI BO ÇARESERKIRINA DOZÊN ŞOREŞÊ

Rûken Ehmed wiha berdewam kir: “Bêguman, ruxmî hemû destkeftiyên di şoreşê de hatine bidestxistin, hîna em rûbirûyî êrişên qirkirinê ne. Ji ber wê me girîngî da rêbazên berdewamkirina xweparastinê li hember êrişan da ku bi vîneke hevbeş û hêzeke hevgirtî di navbera jinan de, destkeftiyên şoreşê biparêzin. Hemû azadî bi azadiya jinan ve girêdayî ne.” Rûken Ehmed teqez kir ku nîqaşên di forumê de hatine kirin, bi nirx û girîng in û wiha pê de çû: “Gelek mijar hebûn ku diviyabû em rexnedayîna xwe bidin ji ber me nekarî qada şoreşê fireh bikin da ku li Sûriyê bi giştî pêk were. Me li ser rêbazên hevgirtina jinên hemû pêkhateyan jî nîqaş kir da ku astengiyan derbas bikin û ji bo çareserkirina dozên şoreşê bibin hêzek, ji şoreşa jinan re parastineke civakî biafrînin. Herî dawî ji bo vê şoreşê bigihînin Sûriyê û Rojhilata Navîn divê em plansaziyek deynin. Destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyên bikin destkeftiyên hemû jinan li Rojhilata Navîn.”

Rûken Ehmed wiha bersiva pirsa; taybetmendiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê çi ye da: “Ev şoreş mîrasa têkoşîna jinan a gelek salan e. Bi taybet a Tevgera Rizgariya Jinan û fikrê rêber Abdullah Ocalan. Dema rêbertî li Sûriyê bû, gelek guhertin têkildarî jinan afirandin.”

Rûken Ehmed wiha berdewam kir: “Şoreşa me ne tenê li qadekê bû, lê belê şoreşeke zihniyetê ye. Bêguman em bi gelek pirsgirêkên zihniyeta baviksalarî û desthildarî re rû bi rû dimînin, ruxmî têkoşîna domdar a gelek salan. Lewra guhertina zihniyetê ji ya leşkerî hêdîtir bû. Li rex wê, şoreşa me şoreşeke civakî li dijî kapîtalîstê bû. Şoreşa ziman, çand, wekhevî û jiyana hevbeş a bi pêşengiyan jinan di navbera pêkhateyan de bû.”

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Heyfa Hesen jî teqez kir ku serkeftina şoreşê bi rola çalak a jinan û pêkanîna erkên xwe û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve girêdayî ye û wiha domand: “Ji ber jin pêşenga şoreşê ye, ji be wê destkeftiyên xwe parast. Ji ber vê yekê, her tim êriş û hewldanên têkbirina vîna wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne kirin.”

Heyfa Hesen ev anî ziman: “Ruxmî ku gelek tevger û rêxisitnên jinan hatin avakirin, lê hîna em rastî zayendperestî tên. Bi şêwaza ku tê xwestin em heta îro jê xilas nebûn. Li rex wê zihniyeta baviksalarî ya li herêmê serwer heye. Şerê taybet ku li dijî beşê ciwanan tê kirin ji ber  ku stûnên şoreşê û destkeftiyên me ne. Sûcên qetilkirina jinan berdewam in bi taybet jinên pêşeng û siyasetmedar.”

RÊBAZÊN PARASTINA DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA JINAN

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xûd El-Îsa bi van gotinan bersiva pirsa rojnameger Renda Mecîd a têkildarî rêbazên parastina destkeftiyên şoreşa jinan da: “Helbet parastina destkeftiyên şoreşê, dikeve ser milê jinan û gel bi giştî Ji ber şoreş, şoreşa rastîn a jinan e û di 10 salan de bi vê yek taybet bû.”

Xûd El-Îsa diyar kir ku erkê herî girîng, parastina destkeftiyên şoreşê ye ku bi hevgirtin û têkoşîna hemû pêkhateyan, yekkirina nêrîna jinan li hember gefên li dijî şoreşê, bilindkirina têkoşînê di hemû qadan de û zêdekirina hemleyên hişyariyê di nava civakê de ye pêkan e.

Di dawiyê de beşdaran, mijarên forumê nîqaş kirin. Her wiha li ser pêwîstiya hevgirtina jinan ji vê bêtir û xwedîderketina li şoreşê, berdewamkriina têkoşînê li ser bingeha fikrê jina şoreşger li dijî êrişên dagirkeriya Tirk, têkbirina hemû planan li ser bingeha rêgezên şerê gel ê şoreşgerî, pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi rêya têkoşîn û berxwedana jinan û xurttkirina têkoşîna siyasî ji bo naskirina Rêveberiya Xweseriya demokratîk teqez kirin.

(şx)

ANHA