Di Foruma Şoreşa Jinan de: Asta rêxistibûyîn û têkoşîna jinan dê pîvanên cîhanî biguhere

Beşdarên rûniştina yekemîn a roja duyemîn a Foruma Şoreşa Jinan teqez kirin ku di dîrokê de ji bo pêşxistina civakê jinan roleke mezin lîstiye. Her wiha destnîşan kirin ku asta birêxistinbûyîna jinan û têkoşîna wan a ji bo pêkanîna azadî û demokratiyê dê guhertinên  kudi qadên jiyanê de rû didin, biguhere.

Di Foruma Şoreşa Jinan de: Asta rêxistibûyîn û têkoşîna jinan dê pîvanên cîhanî biguhere
23 tîrmeh, 2022   15:10
 QAMIŞLO

Vê sibê rûniştina roja duyemîn û dawî ya Foruma Yekemîn a Şoreşa Jinan li ser asta Rojhilata Navîn bi dirûşma “Bi hevgirtina jinan em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û bi pêş bixin” li Qamişlo dest pê kir.

Piştî xwendina encamên her çar komxebatan, rûniştina yekemîn a roja duyemîn û dawî ya forumê dest pê kir ku ji 4 mijaran pêk tê.

Endama Yekitiya Jinan a Suryan Îlham Mitlî îşaret bi dîroka jinan a bi têkoşîn û berxwedanê kir û got: “Jin di dîrokê de ji bo pêşxistina civakan roleke mezin lîstiye, jiyan di hemû qadan de di serî de civakî bi pêş xist. Ji ber dostaniya wê bi xwezayê re, mamosteya yekemîn a pergala têkiliyên civakî bû.”

JIN QURBANA YEKEMÎN A SIYASETÊN BAVIKSALARÎ YE

Der barê bandora aloziya Sûriyê li ser jinên Sûriyê de Îlham Mitlî got: “Di aloziyê de, jin berdêla herî giran da ji ber rastî hemû cureyên binpêkirinan hat, hat koçberkirin, ji bo rizgarkirina welêt zarokên xwe kir feda.”

Her wiha Îlham Mitlî behsa urf û adetên ku jin qeyd dikin kir û diyar kir ku ji ber wê jin bû qurbana yekemîn a siyasetên baviksalarî û pergalên zordest.

Têkildarî rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel Rêveberiya Xweser Îlham Mitlî got: “Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmeke civakî ya muzaîk e, pêkhate, kêmnetewe û olên din bi hev re bi rêbazeke rast, mirovî û hezkirin dijîn. Urf û adetên wan dişibin hev, ji ber wê em dibînin ku jinên Suryan ji yên Kurd, Ereb ne dûr in.”

Her wiha Îlham Mitlî diyar kir ku Yekitiya Jinan a Suryan, kevirê bingehîn û cewherê civakî ye ku jinên Suryan, Asûr û Kildan xwe bi rêya wê xurttir bikin, da ku zincirê bişikîne û ji bo pêşxistina xwe kar bike.

JIN DENGÊ QÊRÎNA CIVAKÊ YE

Îlham Mitlî teqez kir ku piştî şoreşê, nêrîna jinên Suryan bi temamî ji jiyanê re hat guhertin, cewherê xwe yê rastîn eşkere kir û tev li hemû qadên jiyanê yên siyasî, hunerî û leşkerî bûn, kevneşopî û tirs şikand, bi cesaret kar kir û rola xwe ya pêşeng wek hevserok, cîgir, endama rêveber di standina biryaran de girt û di qadên siyasî yên navneteweyî de nûnertiya gelê xwe kir.

Îlham Mitlî wiha domand: “Ruxmî hebûna gelek astengiyên civakî, lê jinan çek rakir. Fêrî bi karanîna çek bû da ku xwe û gelê xwe biparêze. Jinên Suryan di vî qadî de gelek destekftî bi dest xistin. Yekîneyên Parastinê yên Jinên Beyt Nehrên, YPJ, Sutoro Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya serkeftinên xwe bi dest xistine, bûn sembola qehramentî û lehengiyê.”

Di dawiyê de Îlham Mitlî ev bang kir: “Dem hatiye piştgiriyeke sînoran derbas dike bi jinên cîhanê re were ragihandin. Piştgiriyek, bi hêz û vîna jinan bawer dike. Jin dengê herî bilind ê civakê ye û ji bo pêkanîna wekheviyê di navbera her du zeyandan de tê dikoşe.”

ASTA RÊXISTINBÛYÎN Û TÊKOŞÎNA BI PÊŞENGIYA JINAN DÊ GUHERTINÊN LI CÎHANÊ BIGUHERE

Di beşê duyemîn ê forumê de endama Komeleya Jinên Demokratîk a Tunisê Selwa Qîqa bi rêya online axivî û balkişand ser têkoşîna jinên Kurdistanê di dîrokê de û asta bandora fikrê rêber Abdullah Ocalan li ser azadiya jinên hemû pêkhateyan.

Selwa Qîqa wiha domand: “Ya ku bala me dikişîne, em behsa şoreşê bi giştî nakin lê belê behsa şoreşa jinan dikin. Mînak li Tunisê şoreş bi navê “Bihara Erebî” hat binavkirin, lê ev binavkirin ji sedî 10 rastiya reş rave dike ku civak ji ber wê azar kişand, beriya ku 2011`an serî hilde. Lê dîsa jî tu nêrîneke şoreşgerî tune bû, bi tu pergaleke demokratîk a rastîn encam nebû ku armancên gel pêk bîne.” 

Selwa Qîqa îşaret bi berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de li dijî siyasetên şovenîst kir û got: “Şoreşa rastîn, şoreşa jinan a serhildanê ye. Yê ku herî zêde piştgirî da vê şoreşê jî, rêberê têkoşer ê mirovî birêz Abdullah Ocalan e.”

Selwa Qîqa wiha pê de çû: “Bi nêrîna birêz Ocalan, mijara jin ji rewşa çîn û netew e girîngtir, firehtir û ji wekheviya siyasî, çînî û neteweyî girantir e. Em di pêvajoyeke dîrokî û çarenûsî re derbas dibin. Guhertin di gelek meydanên jiyanê de hene ji civakê heta siyasetê, ji aborî hawîrdor heye. Lê tiştê ku dê aliyê vê guhertinê pêk bîne, diyar bike, asta rêxistinbûyîn û têkoşînê bi pêşengiya jinan a ji bo rûniştandina azadî, demokratîk, wekhevî û hewîrdora sax e.”

FIREHKIRINA QADA ALÎGIRIYA JINAN

Di rûnniştina sêyemîn a têkildarî “Bandora Şoreşa 19`ê Tîrmehê li ser jinên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” de, endama Kombûna Jinên Zenûbya Nesrîn El-Hesen axivî û teqez kir ku jinan, dîroka xwe bi xwe ava kir û hêzeke xwe li ser vê erdnîgariyê damezirand, bi rêya kişfên wê jiyan xweşiktir bû û jinan hewl da jiyaneke azad biafrînin.

Nesrîn El-Xelef wiha domand: “Jinan li Rojhilata Navîn roleke pêşeng û girîng di civakê de di hemû qadan de lîst. Bingeha guhertinê li Rojhilata Navîn e. Destkeftiyên mezin bidest xist. Zemîneke mezin ji bo pêşxistin û pêşketinê di civakê de amade kir.”

Nesrîn di dawiyê de got: “Divê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin ku bi saya xwîna şehîdan hatin bidestxistin. Qada alîgiriya jinan firehtir bikin, hemû jinan hemêz bikin û birêxstin bikin û tev li xebatên siyasî bibin.”

TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA JINÊN KURD

Di beşê dawîn ê forumê de, endama meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û destnîşan kir ku bi rêya wê dîrok bû şahidê rola pêşeng a jinan di avakirina civakan û parastina nasname û taybetmendiya wan de, wê civak bi rêve bir û di pêvajoya yekemîn a dîrokê de qanûnên wê danîn.

Ebîr Hesaf her wiha got, gelê kurd bi kesayeta jinên Kurd û cihê wê di malbat, qebîle û dîrokê de hat naskirin. Bêguman ev vedigere taybetmendiyên erdnîgarî, dîrokî û çandê yên civakê ku mohra xwe danî ser sazûmaniya civakî.

Ebîr Hesaf ev li gotinên xwe zêde kir: “Jinên kurd ji tevgerên rizgariyê yên neteweyî yên Kurd ne dûr bûn, lê belê azarên wê duqat bûn yek ji ber ku jin e ya din ji ber ku Kurd e. Ev yek dehfek dayê ku serhildaneke kurdî ya rizgariyê li dar bixe. Jinên Kurd di jiyana siyasî û birêvebirinê de mohra xwe danî. Bi hezaran jin tev li têkoşîna gelek partiyan bû di serî de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji ber wê, çek rakir û berxwedan ragihand da ku xwe û axa xwe biparêze. Pê re serdemeke din a têkoşîna jinan dest pê kir. »

Forum berdewam e.

(şx)

ANHA