Rêxistinên Kongra Star ên du bajaran konferansên xwe li dar xistin

Rêxistinên Kongra Star ên bajarên Çilaxa û Girkê Legê konferansê xwe li dar xistin, xebatên xwe yên du salan nirxandin, plansaziya dema pêş nîqaş kirin û berdevkên nû hilbijartin.

29 cotmeh, 2026   18:09
QAMIŞLO

Rêxistina Kongra Star a bajarê Çilaxayê konferanas xwe li dar xist. Endamên kongreyê, nûnerên jin ên saziyên sivîl, tevger û rêxstinên jinan û partiyên siyasî beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de xebatên kongreyê yên du salên borî, kêmasiyên derketine û sedemên wan hatin nirxandin. Her wihaû 3 berdevk hatin hilbijartin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo axivî û lidarxistina konferansê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir.

Gulîstan Gulo destnîşan kir ku armanca lidarxistina konferansê ji nû ve birêxistinkirina kar li gorî pêdiviya qonaxê, parastina destkeftiyên jinan û mîrateya şehîdan, xurtkirina şiyana jinan ne da ku karibin li hemberî hewldanên paşguhkirina rola wan bibin bersiv.

Gulîstanê di dewama axaftina xwe de got: "Di vê qonaxê de ji me tê xwestin ku ji her demê bêtir xwe birêxistin bikin da ku karibin rola xwe di Sûriyeya nû de bilîzin. Em ê di vê konferansê de xwe ji nû ve bi rêxistin bikin da ku kêmasiyan derbas bikin û planeke nû amade bikin ku karibe li hemberî zehmetiyên heyî bibe bersiv."

Gulîstan Gulo bal kişand ser rola jinan a di 14 salên şoreşê de û ji bo parastina destkeftiyan banga domandina têkoşînê kir.

Piştre jî endama Kongra Star Necma Hesen nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan de xwend.  Endama rêveber a Kongra Star a bajarokê Abira Meryem Xelef jî rapora salane ya Kongra Star a Çilaxayê xwend. Di raporê de rewşa siyasî, rêxistinî, çalakiyên ku kongreyê pêk anîne hatin nirxandin.

Beşdaran jî der barê rewşa rêxistinî û rêbazên çareserkirina kêmasiyan de nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin ku divê komîn bi hemû komîteyên wê werin xurtkirin, projeyên aborî yên jinan werin vekirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan xebat bê meşandin.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Selamat Remo jî axivî û diyar kir ku ligel pirsgirêkên li herêmê yên di nava salekê de derketine, hewldanên jiholê rakirina rêxistinên jinan û biçûkxistina rola wan, lidarxistina vê konferansê gaveke girîng e.

Selamat Remo bi domdarî got: "Ev konferans şiyana Kongra Star a  ji bo nûkirina rêxistina xwe û rûbirûbûna hewldanên qelskirina îradeya jinan piştrast dike. Di heman demê de qadek ji bo rexnedayîn û ji nû ve birêxistinkirina mekanîzmayên xebatê ye."

Di dawiya konferansê de 3 berdevkên rêxistina Kongra Star a Çilaxayê hatin hilbijartin.

Rêxistina Kongra Star a bajarê Girkê Legê jî konferansa xwe li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê li dar xist. Di konferansê de nûnerên ji sazî û rêxistinên jinan amade bûn. Konferans bi hilbijartin 3 berdevkên nû yên Girkê Legê bi dawî bû.

Xebatên konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin û mamoste Nesrîn Hadî rapora xebatên 2 salan ên Kongra Star xwend.

Piştre yek ji Koordînasyona Kongra Star Gulistan Ehmed pêşdeçûnên siyasî li herêmê û bandorên aloziyên navneteweyî li ser gelên herêmê nirxandin.

Gulistan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd hîna rûbirûyî astengiyan e, ji bo derbaskirina van astengiyan pêdivî bi berdewamkirina têkoşînê heye ku mafên gelê Kurd werin misogerkirin.

Di dewama axaftina xwe de Gulistan diyar kir ku destkeftiyên hatine bidestxistin encamên têkoşînê ne û bal kişand ser girîngiya hevgirtina bi projeya çareseriya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye û xebitîna ji bo naskirina nasnameya Kurdî, misogeriya mafên siyasî û yasayî yên gelê Kurd.

Di nîqaşa li ser rewşa rêxistinî de beşdaran banga pêşxistina rêbazên xebatê, aktîvkirina rola komîteyan li gorî pêdiviyên pêvajoyê, berfirehkirina têkiliyan bi jinên li gund û taxan re, nexasim ên ciwan û diyarkirina pêşînî û pêdiviyên wan ji bo xurtkirina beşdariya wan di tevahî waran de.

Di nîqaşan de li ser rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî û astengiyên rûbirûyî wê nêrîn hatin parvekirin û bal li ser parastina zimanê dayikê û veguhastina ji nifşên bê re hat kişandin.

Konferans bi hilbijartina 3 berdevkên nû yên rêxistina Kongra Star a Girkê Legê bi dawî bû.

(bb-fr)

ANHA 

GIRKÊLEGÊ

ÇILAXA