Şêniyên Qamişloyê cenazeyê şehîd Diyar spart axê

Şêniyên Qamişloyê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Diyar Îbrahîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan spart axê.

17 mijdar, 2026   13:50
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamîşloyê îro merasîma oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Diyar Îbrahîm ku di 15`ê Mijdarê de li Qamişloyê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li dar xist. Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bi beşdarbûna girseyeke mezin pêk hat.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre Ebdulkerîm Ebdo li ser navê malbatên şehîdan axivî û sersaxî ji malbata şehîd Diyar re xwest û bal kişand ser nirxên şehîdan û rola wan di parastina civakê de.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dîrok Mela Beşîr dilsoziya wan ji bo xwîna hevalên xwe yên şehîd anî ziman, ji malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan re sebir û aramî xwest. Mela Beşîr banga yekitiyê li dora mîrateya şehîdan û şopandina şopa wan kir.

Hevalê şehîd, Yûsif Ebdo jî di merasîmê de helbestek li ser şehîdan û êşa gelê Kurd xwend.

Piştî axaftinan belgenameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyan û dirûşmên "Şehîd namirin" spart axê.

(k)

ANHA