Li dijî tundiya li dijî jinan banga têkoşîna hevpar kirin

Kongra Star di çarçoveya pêngava "Ji bo bidawîkirina tundiya li dijî bibin yek" de rêze civîn li bajar û gundewarên Qamişloyê li dar xistin.

Li dijî tundiya li dijî jinan banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiya li dijî jinan banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiya li dijî jinan banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiya li dijî jinan banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiya li dijî jinan banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiya li dijî jinan banga têkoşîna hevpar kirin
16 mijdar, 2026   19:25
QAMIŞLO

Pêngava bi dirûşma "Ji bo bidawîkirina tundiya li dijî bibin yek" ya ku bi boneya 25‘ê Mijdarê Rojo Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ve hatiye destpêkirin, dewam dike. Di vê çarçoveyê de Kongra Star bi armanca balkişandina ser diyardeyên tundiya li ser jinan û rêbazên pêşîlêgirtinê û parastina mafên jinan civîn li  bajarokê Girbawî û taxên Enteriyê, Qidûr Beg û Cudî yên Qamişloyê li dar xistin.

Beşdarên civînê bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya jinan û diyar kir ku tundiya li dijî wan ne tenê pirsgirêkeke ferdî ye, lê di heman demê de astengiyeke rasteqîn li pêşiya pêşxistin û demokratkbûna civakê ye.

Her wiha hate gotin, hişmendiya baviksalar û edaletên ku azadiya jinan sînordar dikin hîna dewam dikin, lew ra xebateke mezin a rêxistinî û perwerdeyî ji tevgerên jinan tê xwestin.

Beşdaran her wiha nêrîn û ezmûnên xwe yên şikandina bendên bêdengiyê anîn ziman û rêbazên têkoşîna li dijî tundî, îstismar û paşguhkirin û parastina mafên jinan vegotin.

Di dawiyê de ji bo bidawîkirina tundiyê banga xebata hevbeş kirin. Jinan diyar kir ku parastina jinan û bihêzbûna wan bingeha avakirina civakeke hevgirtî û adilane ye.

(bb)

ANHA