Di Foruma Şoreşa Jinan de soza şopandina xeta şehîd Jiyan, Roj û Barîn hate dayîn

Hevseroka PYD'ê di Foruma Şoreşa Jinan de soza şopandina xeta şehîd Jiyan, Roj û Barîn da.

Di Foruma Şoreşa Jinan de soza şopandina xeta şehîd Jiyan, Roj û Barîn hate dayîn
23 tîrmeh, 2022   16:01
QAMIŞLO

Hevseroka PYD`ê Asya Ebdullah di roja duyemîn a dawî ya Foruma Yekemîn a Şoreşa Jinan ku bi dirûşmeya "Bi hevgirtina jinan em destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û pêşbixin" li bajarê Qamişlo tê lidarxistin de, axivî.

Asya Ebdullah têkildarî şehadeta Fermandara YAT`ê Jiyan Tolhildan, Fermandara YPJ`ê Roj Xabûr û şervana YAT`ê Barîn Botan wiha axivî.

Asya Ebdulla da zanîn ku  dewleta Tirk a dagirker di 22`ê Tîrmehê de erebeyeke YPJ`ê û QSD`ê bombebaran kir di encama wê de 3 fermandar şehîd bûn.

Asya Ebdullah diyar kir ku her sê fermandarên şehîd pêşengên berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, tev li şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûn û di hemû qadan de têkoşiyan. Her wiha bi îrade û hêzeke xurt di eniyên pêş de cih girtin.

Asya Ebdullah diyar kir ku ji sala 2012`an ve û heta roja îro her sê şehîd ji bo azadiya jinan, avakirina sîstema neteweya demokratîk û avakirina Sûriyeke demokratîk, her wiha ji bo parastina herêmê ji êrişan, tev li eniyên berxwedanê dibûn û wiha domand: "Fermandar Jiyan tev li hemû şer û eniyên destpêkê bû. Li Şêxmeqsûdê li dijî hemû êriş û çekên giran berxwedaneke bêhempa meşand. Ji pêşengên ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinîn."

Asya Ebdullah di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Vê êrişa hovane 3 fermandarên ku tev li Foruma Yekemîn a Şoreşa Jinan bibûn kir hedef. Di forumê de fermandar Jiyan rewşa jinan ji me re nirxand û soza bilindkirina têkoşînê bi awayekî mezintir da."

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah di dawiyê de soz da her sê fermandarên şehîd ku rêya têkoşîna wan bişopînin, bi navê Foruma Şoreşa Jinan soza berdewamkirina rêya şehîd Jiyan, Roj û Barîn, mezinkirina têkoşîn û berxwedana li hember hemû êrişên li ser herêmê da û sersaxî ji hemû jin û şervanên YPJ`ê re xwest.

ANHA