Kongra Star a Lubnanê ezmûna jina Kurd şîrove kir

Di atolyeya ku Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê li dar xistiye de ezmûna jina Kurd di rûbirûbûna tundî, cudahî û têkoşîna ji bo azadî û bedşariya biryardayînê de, şîrove kir.

Kongra Star a Lubnanê ezmûna jina Kurd şîrove kir
Kongra Star a Lubnanê ezmûna jina Kurd şîrove kir
Kongra Star a Lubnanê ezmûna jina Kurd şîrove kir
Kongra Star a Lubnanê ezmûna jina Kurd şîrove kir
Kongra Star a Lubnanê ezmûna jina Kurd şîrove kir
Kongra Star a Lubnanê ezmûna jina Kurd şîrove kir
Kongra Star a Lubnanê ezmûna jina Kurd şîrove kir
Kongra Star a Lubnanê ezmûna jina Kurd şîrove kir
16 mijdar, 2026   22:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê atolyeyek bi navê “Tundiya li dijî jinan; mafên nayên danûstandin” organîze kir. Di atolyeyê de ezmûna jina Kurd di rûbirûbûna tundî, cudahî, beşdariya biryardayînê de hat şîrovekirin. Di atolyeyê de çalakvanên jin, nûnerên ji komeleyên jinan ên ji Lubnan û Filistînê, endamên ji Koordînasyonê amade bûn.

 Atolyeya ku di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat lidarxistin de bal kişand ser rêwîtiya jina Kurd û têkoşîna di oxira azadî, nasname û mafan de, rola wê di jiyana siyasî, civakî û çandî de, ezmûna wê di birêxistinkirin, xerbata kolektîf û gihandina cihê pêşengtiyê de.

Beşdaran modela hevserokatiyê ku ezmûna li ser beşdariya di navbera jin û mêran de di birêvebirina sazî, hilgirtina berpirsiyarî û dayîna biryaran de şîrove kir.

 Di heman demê de li ser rewşa jinan li Lubnanê, astengiyê ncivakî û aborî yên rûbirûyê, zehmetiyên girêdayî parastin, serxwebûn û beşdariya di jiyana giştî de hat axaftin.

Di dawiyê de hat gotin ku pêwîstî bi berdewama hevdîtinên di navbera jinan de heye ku peywendiyê xurt dike, zanînê pev diguhere, nirxên azadî, edalet û rûmetê bi cih tîne.

(f)