DYA: Komên terorîst ên li Sûriyê li ser ewlehiya me ya neteweyî gef in

Wezareta Karên Derve ya DYA'ê diyar kir ku komên terorîst ên li Sûriyê li ser ewlehiya wê gef in, her wiha agahiyên der barê vekişîna hêzên wê ji Sûriyê de red kirin û da zanîn ku heta bidawîkirina DAIŞ'ê dê li wir bimînin.

DYA: Komên terorîst ên li Sûriyê li ser ewlehiya me ya neteweyî gef in
13 mijdar, 2021   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Erabiya English, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku komên terorîst ên DAIŞ`ê li Sûriyê li ser ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê û gelê Sûriyê gef in û heta ku ev metirsî li welêt bi dawî nebe, hêzên wê dê li Sûriyê bimînin.

Wezareta Karên Derve ya DYA'ê li ser Twitterê wiha diyar kir: "Komên terorîst ên wekî DAIŞ'ê li Sûriyê rasterast gefê li ewlehiya neteweyî ya DYA û gelê Sûriyê dixwe. DYA hê jî erka xwe ya leşkerî li dijî DAIŞ'ê didomîne."

Di mehên dawî de raporên nakok derketin ku piştî vekişîna ji Efganistanê serokê DYA’yê Joe Biden pabendî mayîna li Sûriyê ye. Lê rayedar û dîplomatên amerîkî berê ji El-Erabiya English re gotibû hêzên wan heta ku erkên wan bi dawî bibin dê li Iraq û Sûriyê bimînin.

Li Iraqê piştî zexta zêde ya kom û partiyên siyasî yên alîgirên Îranê, Washingtonê qebûl kir ku erka xwe ya şer bi dawî bike û rola çavdêriyê bilîze.

Tevî ku hêzên DYA’yê li ser daxwaza Bexdayê li Iraqê ne, komên alîgirên Îranê daxwaz ji hêzên DYA’yê kir ku ji welat derkevin.

Her wiha Wezareta Karên Derve ya DYA’yê gumanên der barê niyeta DYA'yê ya vekişîna ji Sûriyê de red kirin. Wezaretê got: "Em ê erka xwe ya li Sûriyê bidomînin heta bidawîkirina metirsiya rêxistina terorîst."

(dx)