‘Em ê armancên wan ên pîroz pêk bînin’

Şîlan Kobanê di salvegera duyemîn şehadeta wan de Hogir Amed, Serkêş Riha û Hemze Kobanê bi bîr anî û got, “Em ê hedef û armancên wan ên pîroz pêk bînin û wan timî bidin jiyandin.”

‘Em ê armancên wan ên pîroz pêk bînin’
11 mijdar, 2026   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji rêveberên Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê bi wesîleya salvegera duyemîn a şehadeta gaziyên şer Hogir Amed, Serkêş Riha û Hemze Serêkaniyê nirxandin kir. 

Şîlan Kobanê diyar kir ku di serî de bi hurmet û minetdarî bejna xwe li ber mezinahî û pîroziya qehremanên bêhempa ditewîne û got, “Sozdariya xwe ji wan re nû dikim. Şehadeta hevalan ji bo min, hemû hevalan, gel, malbat û nexasim jî hevalên gazî pir giran hat. Heval Hogir di rêveberiya gaziyên şer de cihê xwe digirt. Hevrê Serkêş jî tevî birîndariya xwe her di nav hêzên eskerî de bû û weke fermandarekî parastina şoreşa Rojava dikir. Welatparêzê hêja Hemze jî ji malbateke Ereb a esîl û dildarê fikra Rêbertî bû. Hemze jî bi coş û fedakariyeke mezin bi hemû karên hevalan radibû.”

Gaziya şer Şîlan Kobanê bal kişand ku şehîd Hogir û şehîd Serkêş di hevaltiya bi jinan re mînak bûn û ev anî ziman, “Her du heval bi ruhê Apoyî tevdigeriyan. Bêmoralî li cem wan nebû. Derdora xwe jî bi xwe re dikirin nav coşê. Timî enerjiyeke pozîtîf belav dikirin. Ji gel û hevalên xwe pir hez dikirin. Heval Hogir bi hevalên xwe re mijûl dibû û ew perwerde dikirin. Xwe di ser kesî re nedidît. Heval Serkêş jî bi ken, coş û moralê xwe dihat naskirin. Divê gaziyên şer çawa tevbigerin û xwedî sekneke çawa bin heval Hogir û Serkêş di jiyana xwe nîşan didan. Dildarên Rêbertî, gel û hevalên xwe bûn.”

Rêvebera gaziyan Şîlan Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Ez wan dilêrên fedayî careke din bi hurmet, qedirbilindî û minetdarî bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîn û ruhê wan ê û pîroz ditewînin. Malbatên me çiqasî bi van şehîdan serbilind bin ewqasî mafdar in. Ji ber van şehîdan rêya diçe azadî û wekheviyê heya dawiyê ji me re rohnî kirin, em kirin xwedî hebûn.”

Hogir Amed (Mihemed Can),  Serkêş Riha (Mistefa Qaytan) û Hemze Serêkaniyê (Mihemed Salih El Mihemed) 11‘ê Mijdara 2024‘an di encama teqîna mayînekê bi erebeya wan ve şehîd bûn.