Kongra Star: Tundiya li dijî jinan pirsgirêkeke mirovî û civakî ye

Kongra Star diyar kir ku di civakan de tundiya li hemberî jinan zilm û pirsgirêkeke xeternak e.

Kongra Star: Tundiya li dijî jinan pirsgirêkeke mirovî û civakî ye
11 mijdar, 2026   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Çilaxayê Kongra Star bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyanî da û xebatkarên saziyên sivîl û xizmetguzariyê tev lê bûn. Daxuyanî ji aliyê xebatkara Kongra Star Heyfa El Ewad ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Tundiya li dijî jinan yek ji şêweyên zilmê ye ku didome. Pirsgirêkeke civakî û mirovî ye bandorê li rûmeta tevahiya civakê dike.

Bi boneya roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan em dengê xwe li dijî hemû şêweyên tundî û zilmê radikin. Azadiya jinan, maf û rûmeta wan mafên wan ên xwezayî ne."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Biçûkxistina jinan û ew paşguhkirin tûndî ye û cûdahiyê dixin di navbera jinan û mêran de. Divê vê hişmendiyê biguherînin û neslan fêr bikin ku bi hurmet nêzî jinan bibin. Parastina jinan ji malbatê dest pê dike. Her wiha divê qanûnî parastina jinan were kirin."

Di dawiyê de jî hate gotin: "Em bang li civakê, rêxistinên qanûnî û mafên mirovan dikin ku li hemberî tundiyê derbikevin. Li beranberî wê bê deng nemînin. Tundî ne çarenûsa jinan e. Divê her kes ji bo avakirina civaka azad, bi edalet û wekhev tê bikoşe."

(np)

ANHA