Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurdên Sûrî sersaxî da malbata Gulo

Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurdên Sûrî komkujiya Hilêliyê şermezar kir û bang li NY, Rûsya û Amerîkayê kir ku sûcên dewleta Tirk rawestîne.

Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurdên Sûrî sersaxî da malbata Gulo
13 mijdar, 2021   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Droneke dewleta Tirk a dagirker 9`ê Mijdarê li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê erebeyek sivîl kiribû hedef. Di encamê de kesayeta welatparêz Yusif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûbûn.

Têkildarî mijarê Însiyatîfa Nîştimanî ya Kurdên Sûrî daxuyaniyek da û tê de wiha got:

“Em bi tundî ev sûcê hovane yê dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.

Em sersaxî ji malbata Gulo û gelê Kurd û hemû pêkhateyên gelê me re dixwazin. Em bang li civata navneteweyî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê dikin ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê me bigirin û nehêlin sûcên wiha di pêşerojê de bike.”

(şx)

ANHA