Hêzên Îsraîlê nehişt cotkar bigihîjin erdên xwe

Hêzên artêşa Îsraîlê careke din ketine gundewarê başûrê Quneytrayê, cotkar û berhevkarên zeytûnan digerin û rê li ber wan digirin ku karê xwe bidomînin û bigihîjin erdên xwe yên çandiniyê.

Hêzên Îsraîlê nehişt cotkar bigihîjin erdên xwe
11 mijdar, 2026   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên artêşa Îsraîlê, îro bi çend wesayîtên leşkerî, ketine herêma rojavayê bajarokê El Rafid li gundewarê başûrê Quneytrayê.

 Leşkeran berhevkarên zeytûnan rawestandin û rê li ber wan girtin ku karê xwe bidomînin û bigihîjin erdên xwe yên çandiniyê.

Di heman demê de, hêzên Îsraîlê 4 bombeyên dûmanê avêtin herêma El Sawaniyeyê ya nêzîkî bajarokê Taranga li gundewarê bakurê Quneytrayê, di encamê de li herêmê şewatek çêbû.

(k)

ANHA