Li Kerkûkê 3 cihên ku çeteyên DAIŞ`ê lê diman hatin rûxandin 

Hikumeta Iraqê diyar kir ku wan li Kerkûkê 3 cihên ku çeteyên DAIŞ`ê lê bi cih bûbûn, keşif kirin û piştre ji holê rakirin û da zanîn ku wan li her sê deveran dest danî ser çek, madeyên xwarinê û tiştên lojîstîk.

Li Kerkûkê 3 cihên ku çeteyên DAIŞ`ê lê diman hatin rûxandin 
11 mijdar, 2026   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Îstixbarata Şeşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li parêzgeha Kerkûkê 3 baregeh an cihên ku çeteyên DAIŞ`ê lê diman, keşif kirine û piştre îmha kirine.

Gerînendetiyê da zanîn ku ev operasyon li gorî agahiyên îstîxbaratî yên xwedî hûrgiliyê pêk hatiye, çeteyên DAIŞ`ê ew baregeh ji bo piştgiriya lojîstîk a çeteyan bi kar dianîn.

Her wiha diyar kir ku di operasyonê de wan dest danî ser çekeke kalaşinkof, 3 depo û 30 guleyan, li kêleka van wan dest daniye ser madeyên xwarinê û pêdiviyên lojîstîk ên çeteyan.

(sb)