Washington: Me cezayên li ser hikumeta Şamê ranekirine

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê piştrast kir ku ceza ji ser hikumeta Şamê ranekirine û siyaseta xwe ya dijberî xebatên ji nû ve avakirinê neguherandiye.

Washington: Me cezayên li ser hikumeta Şamê ranekirine
13 mijdar, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îmaratê Ebdulah Bin Zayid serdana Sûriyê kiribû û biryara avakirina stasyoneke enerjiya tavê li gundewarên Şamê dabû.

Têkildarî vê yekê berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê got:"Wezîrê karên derve ji me re diyar kir ku cezayên li ser Sûriyê ranebûne. Helwesta me ya dijberî xebatên ji nû ve avakirinê neguheriya ta ku pêşketinek di xebatên siyasî de çênebe."

Li gorî toreya El-Hura ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî, diyar kir ku ji bilî alîkariyên mirovî li ser hemû veberhênanên din ên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, ceza hene.

Hikumeta Şamê roja pêncşemê ragihandibû ku peyman bi gelek şîrketên Îmaratê re îmze kirine da ku stasyona enerjiya tavê li nêzî Şamê ava bikin.

(dm)