Jinan ji bo rewşa rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir

Jinên navçeya Amûdê bêdengiya saziyên hiqûqî yên li hemberî sûcên desthilata Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li jinan kirin ku têkoşînê xurt bikin.

Jinan ji bo rewşa rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir
22 adar, 2021   00:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Agahî û nûçeyên der barê rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan de hêrseke mezin di nava gel de da avakirin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî wê bangên eşkerekirina rewşa wî didomin.

Jinên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê, nerazîbûn nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan dan.

/kr/uploads/files/2021/03/21/220739_-large_1.webp

Mîdya Sado got: "Ji kêliya ku me agahî der barê nebaşbûna rewşa tenduristî ya rêbertî de bihîst ve em li ser pêyan in. Mezin û zarok li qadan in, em ê çalakiyên xwe nesekinînin heta ku rewşa rêbertî nas bikin."

Mîdya bang li gelê Kurd kir ku layiqî fikir û felsefeya rêbertî bin û wiha domand: "Rêbertî gelê Kurd ji xewê şiyar kir û hebûna Kurdan îsbat kir, bi taybet jinên Kurd ku dikarî bibin pêşeng."

Mîdya Sado bêdengiya saziyên mirovî û hiqûqî yên Neteweyên Yekbûyî yên derbarê kiryarên faşîzma Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan de şermezar kirin, her wiha bang li tevahî jinên welatparêz û ciwanên şoreşger ên cîhanê kirin ku dakevin qadan, da ku rewşa rêbertî eşkere bibe. Mîdya got, azadiya rêbertî azadiya tevahî gelên cîhanê, bi taybet azadiya jinan e.

'DIVÊ CIWAN TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN'

/kr/uploads/files/2021/03/21/220759_-large.webp

Fatima Mistefa jî diyar kir ku fikir û felsefeya rêbertî li ser esasê demokrasî, jiyana hevbeş û pêkanîna biratiya gelan hate avakirin, lê ev li xweşiya dewleta Tirk nehat ku ji 22 salan ve tecrîdeke lê ferz kiriye.

Fatima destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk ji hêza rêbertî û kesayeta wî û ji têkoşîna gelê Kurd ditise û got: "Em van komployan qebûl nakin, divê em li ber xwe bidin û serî hilin heta ku rewşa rêbertî nas bikin."

/kr/uploads/files/2021/03/21/220817_-large.webp

Nûra Hisên bêdengiya navneteweyî ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdulalh Ocalan şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û dewleta Tirk li ser kiryarên wê muhasebe bikin.

Nûrî Hisên di dawiya axaftinan de bang li jinan, bi taybet jinên ciwan kir li ku derê dibe bila bibe têkoşînê xwe xurt bikin, çalakî û xwepêşandana li dar xistin, da ku bihêlin ku parêzer serdana rêbertî bikin û derbarê rewşa wî de daxuyaniyekê bi raya giştî û gelê Kurd bi taybet re parve bike.

)bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bKpjRN4fn98" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>