Li Qamişloyê jinan tundiya dîjîtal nîqaş kir

Desteya Kar û Barên Malbatî û Şêniyan a Sûriyeyê bi boneya 25`ê Mijdarê semînerek li dar xist û tundiya dîjîtal nîqaş kir.

16 mijdar, 2026   16:16
QAMIŞLO

Semîner bi sernavê `Tundiya dîjîtal li dijî jinan û bandora wê ya civakî, psîkolojîk û parastina qanûnî` li Parka Xwendinê ya Qamişloyê hate birêxistinkirin.

Di semînerê de bandora tundiya dîjîtal di aliyê civakî, psîkolojîk û qanûnî de li ser jinan, nirxandin.

Rêvebera Desteya Kar û Barên Malbatî û Şêniyan a Sûriyeyê Sebah Şabo mijara bandora tundiya dîjîtal ji aliyê civakî ve, nirxand. Sebah Şabo anî ziman ku bi rêya tundiya dîjîtal li ber jinan digirin û xebatên wan asteng dikin.

Bandora tundiya dîjîtal a li ser psîkolojiya jinan, ji aliyê şêwirmenda psîkolojîk Temara Elî ve hate nirxandin. Temarayê destnîşan kir ku di encama tundiya dîjîtal de gelek jin ditirsin û di aliyê psîkolojîk de ne rehet in, nikarin xew bikin û êdî ji xebatên xwe dûr dikevin.

Mijara qanûnî jî ji aliyê hiqûqnas Henai Yûsif ve hate şîrovekirin. Henaiyê bal kişand ser kuştina jinan û got divê kesên li ser medyaya dîjîtal êrişî jinan dikin werin cezakirin.

(np)

ANHA