Hejmara nû ya kovara Afaq El Merea derket

Di hejmara nû ya kovara Afaq El Merea de bal kişandine ser jinên ku di hunerê de xwedî tecrube ne.

Hejmara nû ya kovara Afaq El Merea derket
5 mijdar, 2026   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmara 20`em a kovara Afaq El Merea derket. Kovar bi zimanê erebî ye û du mehan carekê derdikeve. Ev hejmar bi sernavê `Hunermendên jinan ên rûyê hunerê guhertiye` derket. Di vê hejmarê de bal kişandine ser tecrubeyên jinan ên hunerê. Di kovarê de tê gotin ku li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê jinên hunermend hene û divê çapemenî tecrubeya wan bi cîhanê re parve bike.

Her wiha di vê hejmarê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser hunerê parve kirine.

Di vê hejmarê de li Eyşe Şanê, hozan şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin), ji Lubnanê hunermend Feyrûz, ji Sûriyeyê Muna Wasif, ji Misrê Um Kelsûm û ji Tûnisê Eliya El Tûnisiye gotar hene. Her wiha di kovarê de cih dane şêwekarên jin.

(np)

ANHA