Vala Ferîd Îbrahîm cara duyemîn bû Seroka Parlamenta Başurê Kurdistanê

 Vala Ferîd Îbrahîm di hilbijartina ku îro pêk hat de, cara duyemîn wekî Seroka Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hate hilbijartin.

Vala Ferîd Îbrahîm cara duyemîn bû Seroka Parlamenta Başurê Kurdistanê
4 mijdar, 2026   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Vala Ferîd Îbrahîm a di sala 1976’an de li bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, di warê hiqûqê de xwediyê dîplomaya doktorayê ye. Her wiha di warê hiqûqa navneteweyî de dîplomaya lîsansa bilind û ji Fakulteya Hiqûq û Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Selahedînê jî dîplomaya lîsansê wergirtiye. Ev agahî, di biyografiya wê ya fermî ya li ser malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye weşandin de, cih digre.

Vala Ferîd Îbrahîm a di sala 2008’an de doktoraya xwe di warê hiqûqa giştî de wergirtiye, di navbera salên 2003 û 2013’an de wekî akademîsyen li Zanîngeha Selahedînê kar kiriye. Vala Ferîd Îbrahîm, di kariyera xwe ya siyasî de, di navbera salên 2013 û 2018’an de wekî parlamenter û seroka Komîteya Yasayî ya Parlamentoyê xebitiye. Her wiha, di komîteyên cûrbecûr de ku erkên wan amadekirina destûra herêmê û parastina mafên kesên rastî jenosîdê hatine de cih girtiye.

Ew endama Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye û endama Yekîtiya Hiqûqnasên Kurdistanê, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê û Enstîtuya ji bo Qurbaniyên Kurd û Têkoşîna li dijî Jenosîdê ye.

Vala Ferîd Îbrahîm, di 18’ê Sibata 2019’an de bi 64 dengan wekî Seroka Parlamentoyê hate hilbijartin û bû yekem jin ku ev erk girtiye ser xwe. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komal) ev rûniştin boykot kirin û endamên Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtu) jî berî dengdanê salonê terikandin.

Vala Ferîd Îbrahîm ya piştre ji parlamenteriyê îstifa kir û di kabîneya 9’emîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de wekî Wezîra Herêmê ji bo Karûbarên Parlamentoyê kar kir. Vala Ferîd Îbrahîm a ji bilî Kurdî, zimanê Erebî û Îngilîzî jî dizane, careke din wekî Seroka Parlamentoyê hatw hilbijartin.

Di heman rûniştinê de Ramî Nûrî wekî Cîgirê Serokê Parlamentoyê û Mona Qehwecî jî wekî Sekretera Parlamentoyê hatin destnîşankirin. Dewra nû ya Vala Ferîd Îbrahîm di nava nakokiyên siyasî yên berdewam de dest pê dike û hêj kom biryar dane ku beşdarî rûniştinê nebin.