​​​​​​​′Em ê ramanên Rêbertî bighînin tevahî jinan′

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman û endama PYD′ê Nîroz Muslim destnîşan kir ku ew deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in û soz da ku dê fikrê Rêber Abdullah Ocalan yê der barê azadiya jinan de bigihînin hejmareke mezin a jinan.

​​​​​​​′Em ê ramanên Rêbertî bighînin tevahî jinan′
18 cotmeh 2023   03:38

Di 9'ê Cotmeha 1998'an de komployeke navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat sazkirin. Di encama komployê de Rêber Abdullah Ocalan 15′ê Sibata 1999'an li paytexta Kenyayê Neyrûbî hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Ji wê demê ve hemû cûreyên binpêkirinên mafên mirovan li dijî wî têne meşanidn.

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman anî ziman ku komploya navneteweyî bi rêbazên din berdewam dike û got, hêzên hegemonîk ên cîhanê komplo pêk anî da ku projeya xwe li Rojhilata Navîn a mezin xurt bikin.

Hêvî Silêman destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk mafên tevahî gelan mîsoger dike û aştî û azadiyê li herêmê pêk tîne.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nîroz Muslim jî bal kişand ku projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe berhemên ramanên Rêber Abdullah Ocalan e û wiha dom da axaftina xwe: "Dewletên komploger digotin dê bi girtina Rêber Abdullah Ocalan fikrê wî tune bikin, lê belê negihîştin armanca xwe. Bi mîlyonan jin û gelên bindest fikrê wî dişopînin û pê bawer in."

Nîroz Musim qala girêdana jinan bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan jî kir û got: "Em deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in, ji ber jinên pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, hêz û îradeya xwe ji fikrê Rêbertî digirin."

Endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Nîroz Muslim bêdengiya naveteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rexne kir û soz da Rêber Abdullah Ocalan ku dê fikrên wî yên der barê azadiya jinan de bighînin hejmareke mezin a jinan.

(mh/bb)

ANHA