Fransa: Heta pêkanîna çareseriya siyasî, tu têkiliyên me bi Şamê re tune ne

Îro Fransayê piştrast kir ku Şam pabendî çareseriya siyasî nebe, ew ê tu têkiliyan pê re çênekin.

Fransa: Heta pêkanîna çareseriya siyasî, tu têkiliyên me bi Şamê re tune ne
15 adar, 2021   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Fransayê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku vegera têkiliyên bi Şamê re bi pabendiya Esed a ji biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re ya li ser çareya siyasî ve girêdayî ye.

Daxuyaniya wezareta derve di demekê de hate ku nûnerê taybet ê serok Emmanuel Macron ê ji bo dosya Sûriyê Francois Cinemo erkdar ragihand ku ne pêkan e ku berpirsên pêkanîna kiryarên li Sûriyê di 10 salên borî de ji cezayê bê par bimînin."

Nûnerê karên derve bi rêya maseya onlinê ya ji Cinêvê ku têkildarî şerê li Sûriyê bû, diyar kir ku beriya deh salan li hemû Sûriyê xwepêşandanên aştiyane pêk hatin, li hemberî mafên mirovan gelek sûc pêk hatin, berpirsê wê jî hikumeta Şamê ye. Di rûniştina piştî civîna 46’an  a Meclisa Mafên Mirovan a NY`yê got ev sûc nabe ku bêyî ceza bimîne, ji ber ku danîna sînorekî ji sûcdarên ku sûcên hovane pêk anîne re, pir girîng e, da ku aştiyeke mayînde û lihevkirineke rastîn li Sûriyê pêk were.

Ev yek bi rasthatina salvegera aloziya Sûriyê ku di 15`ê Adara 2011`an de çêbû, pêk hat.

(eh)