SOHR: 143 sûriyeyî li Lubnanê hatine kuştin

SOHR'ê ragihand ku ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ve, 143 sûriyeyî hatine kuştin.

SOHR: 143 sûriyeyî li Lubnanê hatine kuştin
10 nîsan, 2026   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji 3'yê Adarê ve, 143 welatiyên sûriyeyî di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hatine kuştin.

Li gorî SOHR'ê, di 10 rojên dawîn de 41 kes hatine kuştin ku ji wan 35 kes di rojekê de hatin kuştin.

Her wiha SOHR'ê îşaret pê kir ku piraniya qurbaniyan ji Heleb, Hums, Hema, Dera û Dêrazorê ne.

(bb)