Senaryoyên bersivdayîna Îranê li ser kuştina Fexrîzade

Ji daxuyaniyên Îranê diyar dibin ku wê bersiva kuştina zanyarê îranî Mihsin Fexrîzade were dayîn. Di vê çarçoveyê de, gelo sînaryoyên bersivdayîna Îranê wê çawa be?.

Senaryoyên bersivdayîna Îranê li ser kuştina Fexrîzade
3 kanûn, 2020   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN-UMER MÛSA-EMENÎ-EZAM

Wezîrê Parastinê yê Îranê Emîr Hatemî ragihand ku di 27`ê Mijdara borî de serokê Navenda Lêkolînan û Teknolojiyê ya Wezareta Parastinê ya Îranê Mihsin Ferxrîzade dema ji serdanekê li Tehranê vedgeriya hate kuştin.

Piştî bûyerê, Îsraîl û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ji tirsa bersiveke muhtemel a Îranê asta amadebûnê xwe li herêmê zêde kir.

Tora CNN`ê ya Amerîkayê ya ku agahiyên xwe dispêre berpirsekî Pentegonê ragihand ku keştiya balafiran USS Nimitz tevî keştiyên şer ên din ber bi herêma Kendavê bi rê ketiye. Li gorî torê, ev tevger bi vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê û Efganistanê ku di 15`ê Çileyê de wê pêk were, dê desteka asmanî bide hêzên Amerîkayê.

Ruxmî ku kanalê destnîşan kir ku ev gav beriya bûyera kuştinê hatiye avêtin û peyamek li dijî Îranê ye, lê çavdêran da zanîn ku ev gav, tedbîrek e û beriya bûyerê hatiye plankirin.

Beriya bûyerê û piştî wê, di hewldanekê de ji bo zextê li Îranê were kirin, gelek dewletên Ereban di nav de Behrên û Îmaratê û gelek dewletên Ewropayê û herî dawî Slovanya Hizbullah wek rêxistineke terorîst bi nav kir.

Piştî ku Tehranê bi awayekî yekser û zelal ragihand ku destê Îsraîlê di kuştina Fexrîzade de heye, asta gef û bersivên Îranê li ser bûyera kuştina serokê Navenda Lêkolînan û Teknolojiyê ya Wezareta Parastinê ya Îranê, tundîtir bû.

'KUŞTINA FEXRÎZADE Û SINIFANDINA HIZBULLAH WEK RÊXISTINEKE TERORÎST DI DEMEK HESAS DE HAT'

Têkildarî mijarê, Pisporê Karûbarên Îranê Îslam El-Minsî ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku ji bo Îranê, dema bûyerê û sinifandina Hizbullah wek rêxistineke terorîst, demek hesas û dijwar e.

El-Minsî da zanîn ku niha dema bidawîbûna erka Donlad Trump e, ji bo Îranê ev dem tijî nakokî û xeterî ne û wiha domand: "Li gorî pêşbiniyan îhtîmal hebû ku derbeyek leşkerî li dijî projeya Îranê ya Nukellerî  ya li Nitzê pêk bihata, lê pêk nehat."

Her wiha El-Minsî piştrast kir ku herêm di nava aloziyekê de ye, her roj Îranê herêmeke nû winda dike û wiha pê de çû: "Li gorî Îranê, dem ne guncew e ku tiştekî bike. Mînak hewl dide aloziya li Iraqê aram bike, ji ber ku baş dizane di her şerekî bi DYA`yê re ew ê zirarê bibîne."

5 SENARYOYÊN MUHTEMEL

Li gorî Pisporê Karûbarên Îranê Zekeriye Ebo Selsel 5 senaryoyên muhtemel ên bersiva Îranê hene û ew jî wiha ne;

a-Li ser asta navneteweyî xebatekî diplomatîk were kirin da ku piştgiriyek li dijî vê bûyerê bi dest bixe û bi rêya wê nakokiya di navbera Îsraîl û rêveberiya Amerîkayê ya bê de zêde bike. Ruxmî ku li Îranê hemû ne li dijî vê vebijarkê ne, lê gelek aliyên hundirîn diyar dikin ku têrê nake.

b- Îran hewl dide xwe ji bendên lihevkirina Nukllerî li ser asta zêdebûnê bide alî. Di heman demê de, sînordarkirina asta hevkariyê bi çavdêrên Wekaleta  Navneteweyî ya Enerjiya Atomîk re. Lê diyar e ev vebirik li ser asta hundirîn, bi giştî nayê erêkirin. Ruxmî ku parlamentoyê bi lez biryayek berê têkildarî vê mijarê daxist dengdayênê, lê erêkirin nayê wateyê ku pêk were. Ji bo ku ev vebijrak pêk were divê meclisa parastinê destûrê erê bike piştre hikumetê pêk tîne.

c-Pêkanîna bûyerên mîna kuştina Fexrîzade. Lê ev rêbaz jî destpêkê divê tevahiya deteyên bûyerê werin eşkerekirin. Da ku kirdarên rastîn û xwediyê biryara kuştinê werin naskirin. Her wiha pêwîstiya wê bi demê heye da ku zemînekî amade bike ji bo ku bersîvê bide.

d- Îran bi rêya hevalbendên xwe yên li herêmê bersivê bide. Lê ev rêbaz, dema berê Îranê bikar nedianî. Ji ber ku dema fermandarê Feyleq El-Quds hate kuştin wê bi xwe besiv da, dema keştiya Îranê li Tengava Çiyayê Tariq hate ragirtin, bi xwe bersiv da û keştiya Brîtanya li Tengava Hurmiz ragirt. Li gorî agahiyan, Îranê di çend rojên dawîn de bang li hevalbendên xwe kiriye ku di dema mayî ya serokatiya Trump de proveksyonan nekin.

e- Îran wê bi moşekan ji îranê êrişî Îsraîlê bike. Mîna ku di destpêka îsal de êrişî baregeha Eyn El-Esed a Amerîkayê kirî.

Ebû Selsel destnîşan kir ku encamên xeternak ên vê vebijrakê dibe ku herêmê ber bi şerekî ve bibe ku Amerîkayê mudexeleya wê bike û got: "Îran di dirêjahiya 4 salan de xwe ji vê yekê dûr dixe. Ji ber vê yekê jî asta pêkanîna sînaroyan gelekî lawaz e."

Têkildarî bandora kuştina Fexrîzade li ser projeya Nukllerî ya Îranê, Ebû Selsel ev nirxand kir: " Dibe ku bûyera kuştin zirarek tektîkî li ser projeya Nukllerî çêbike. Lê li ser asta stratejîk, diyar nabe ku proje wê zirarê bibîne. Bûyera kuştin her çar zanyarên îranî yên Nukleerî beriya 10 salan vê yekê piştrast dike û proje ranewestî. Tecrubeya Hesen Tehranî yê ku bi navê Ebû Moşekên Îranê tê naskirin, bandor li ser pêxistina moşekên palistî yên Îranê nekir. Li gorî ku Îranê beriya 9 salan ragihandibû, Tehranî di tecrubeya moşekan de jiyana xwe ji dest da.”

`ÎSRAÎL HEWL DIDE DYA`YÊ LI ŞÛNA WÊ DERBEYEKÊ LI DIJÎ ÎRANÊ PÊK BÎNE`

Di dawiyê de Ebû Selsel bilêv kir ku Îsraîl dixwaze DYA`yê li şûna wê derbeyekê li dijî  Îranê pêk bîne, dibe ku ev yek pêk were, heke Îranê bi awayekî yekser bersiva Îsraîlê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê heke şer pêk nehat, dibe ku Îsraîl bi bandora tektîkî ku li bernameya Nukllerî ya Îranê çêbûye, razî be. Di heman demê de Îsraîl wê rêya serokê Amerîkayê yê nû, ji bo vegera li hevkirina Nukleerî astang bike."

(şx)

ANHA