Hin parlamanterên Lîbyayê beşdarî civîna Xedamisê nabin

Hejmareke parlamanterên Lîbyayê ku gumanên wan li ser xebat û armancên civîna Xedamisê hebûn, ji civînê vekişîn.

Hin parlamanterên Lîbyayê beşdarî civîna Xedamisê nabin
3 kanûn, 2020   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li bajarê Xedamisê amadekariyên lidarxistina civîneke yekbûyî ji bo parlamantoya Lîbyayê ya ji bo nîqaşkirina dozên bi girêk, bi dawî bûn. Lê belê encamên wê civînê hîna ne diyar e, ji lewra parlamanteran ragihand ku ew ê beşdarî civînê nebin.

Çavkaniyekî ji parlamanetoya ji tora Erebiyê re diyar kir ku hin kesên ku xeteriyê li ser peywirên xwe hîs dikin hewl didin civînê asteng bikin û vala derxin. Ji ber ku hin endam hene ku dixwazin parlamantoyê ji nû ve saz bikin û guhertinan di komite û serokatiya parlamantoyê de çekin.

Zêdetirî 150 parlamanter ji bajarê Tencayê gihaştin Xedamisê da ku dest bi hevdîtinên şêwirê yên ji bo civîna giştî ya tê payîn duşemê bê lidarxistin, bikin. Hin parlamanterên din biryar dan ku neçin Xedamisê û beşdarî wê rûniştinê nebin, ji ber ku metirsiyên wan li ser xebat û armancên civînê hene.

(cx)