Li Hesekê bi rêjeya ji sedî 40 projeya kehrebeyê temam bûye

Desteya Enerjî û Peywendiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêjeya ji sedî 40 projeya zêdekirina kehrebeyê ji bo taxên rojavayê Hesekê bi dawî kiriye. Li gorî berpirsên projeyê, tê payîn proje di destpêka sala nû de bi dawî bibe.

Li Hesekê bi rêjeya ji sedî 40 projeya kehrebeyê temam bûye
Li Hesekê bi rêjeya ji sedî 40 projeya kehrebeyê temam bûye
Li Hesekê bi rêjeya ji sedî 40 projeya kehrebeyê temam bûye
Li Hesekê bi rêjeya ji sedî 40 projeya kehrebeyê temam bûye
Li Hesekê bi rêjeya ji sedî 40 projeya kehrebeyê temam bûye
Li Hesekê bi rêjeya ji sedî 40 projeya kehrebeyê temam bûye
Li Hesekê bi rêjeya ji sedî 40 projeya kehrebeyê temam bûye
3 kanûn, 2020   10:22
 HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Desteya Enerjî û Peywendiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Gerînendeya Kehrebeyê ya kantona Hesekê xebatên xwe ji bo zêdekirina kehrebeyê li taxên rojavayê Hesekê didomîne.

Li ser asta bajêr, ev proje tekane ye. Rêveberiya Xweser bi vê projeyê hewl dide zexta li ser torên kehrebeyê sivik bikin, ji ber ku ev zext dibe sedem qutbûna kehrebe li ser taxên Nasra, Kelasê, Meîşiye, Umran û Til Hecer.

Li gorî Gerînendeya Kehrebeyê ya Hesekê proje ji stasyona veguhestina Xezil li rojhilatê Hesekê ber bi sûka Hal a nû ya deriyê têketina bajêr ye.

Tîmên Gerînendeya Kehrebeyê xeteke nû ji stasyona veguhestinê ya Xezil bi dirêjaha 6 km li ser erdê û 500 m di bin erdê re dirêj dikin.

Serokê Komîteya Çavdêr a projeyê, endezyar Selah Hesen got: “Me di 10`ê Mijdarê de dest bi projeyê kir. Heta ku kehrebe bighêje tevahiya taxên Hesekê yên ku pirsgirêka kehrebeyê tê de hene, em ê xebatên xwe bidomînin.”

`PROJE DÊ BI DESTPÊKA SALA NÛ RE BI DAWÎ BIBE`

Her wiha Hesen destnîşan kir ku heta niha bi rêjeya ji sedî 40 ji projeyê temam bûye û wiha domand: “Li gorî leza xebatên ku tê kirin, em ê di destpêka sala nû de projeyê bi dawî bikin.”

Hesen destnîşan kir ew gihaştine nuqteya bakurê rojavayê taxa Talaê û ber bi taxa Xeşman ve karê xwe didomînin. Heta niha nîvê projeyê temam bûye yanî 3 km û derdora 3 km maye.

 (şx)

ANHA