G7 daxwaz ji Îranê kir ku êdî piştgiriyê nede Hûsiyan 

Koma 7 Dewletan (G7) ji Îranê xwest ku piştgiriya ji bo Hûsiyan dide rawestîne, daxwaz ji Hûsiyan kir ku êrişan bisekinîne û li pêvajoya siyasî vegere.

G7 daxwaz ji Îranê kir ku êdî piştgiriyê nede Hûsiyan 
22 îlon, 2026   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên Karên Derve yên Koma 7 Dewletan (G7) ji Îranê xwest ku çekkirina Hûsiyan û piştgiriya xwe ji bo  Yemenê rawestîne, bang li Hûsiyan kir ku xebatên xwe yên leşkerî, şantaj, êrişên li ser keşteyên sivîlan bisekinîne û li pêvajoya siyasî vegere.

Wezîrên Karên Derve yên Birîtanya, Keneda, Fransa, Almanya, Îtaliya, Japan û Amerîka bi daxuyaniyekê di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de diyar kirin ku ew êrişên ku Hûsî li dijî Siûdiyê pêk tîne red dikin, destnîşan kirin ku rewşa li Yemenê bandorê li istiqrar, ewlehiya herêmî û ewlehiya enerjiyê ya cîhanî dike.

Di warê mirovî de NY`ê diyar kir ku di encama şerê li Yemenê de nêzî 700 kes hatine kuştin û bi hezaran birîndar bûne, zêdetirî 120 hezar kes ji hundirê Yemenê koç kirine û bi hezaran kesan bi rêya Deryaya Sor ve berê xwe dane Efrîqyayê.

Dezgeha têkildarî kar û barên beşa destekdayîna xwarinê ya NY`ê (WFP) jî da zanîn ku zêdetirî 18 mîlyon kes anku nêzî nîvê şêniyên Yemenê rastî zehmetiyeke dijwar a ewlehiya xwarinê tên, nêzî 2.2 mîlyon zarok di nava rewşeke bêxwarinmayîneke dijwar de ne.

(sb)