Ji bo Xezayê plana bi 2.45 milyar dolarî tê amadekirin

Meclisa Aştiyê ji bo derxistina planeke destekdayîna Xezayê bi 2.45 milyar dolarî, amadekariyan dike. Plan ji 66 projeyên niştecihbûnê, binesazî, xizmetguzarî û ewlehiyê pêk tê.

Ji bo Xezayê plana bi 2.45 milyar dolarî tê amadekirin
23 îlon, 2026   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Aştiyê ya bi serokatiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Turmp ji bo ragihandina planeke destekdayîna Xezayê bi 2.45 mîlyar dolarî ji bo 6 mehan, amadekariyan dike. 

Plan ji 66 projeyên sererastkirina binesaziyê û xizmetguzariyê pêk tê. Her wiha dê bingeha hikumî û aboriyê ya piştî şer were danîn.

Di plane de niştecihbûneke demkî, rakirina kavilan, temîrkirina nexweşxane û rêyan, aktîfkirina aboriyê û belavkirina hêzên ewlehiyê yên ji nasnameyên cuda hene.

Tê payîn ku meclis di civîneke nûnerên dewletan û kesayetan de nîqaşa planê bike.

(sb)