Hûsiyan êrişî cihên leşkerî yên Erebistana Siûdî kirin

Hûsiyan ragihand ku wan bi dehan mûşekên balîstîk û dronan êrişî cihên leşkerî yên li herêma Cîzanê ya Erebistana Siûdî kirin.

Hûsiyan êrişî cihên leşkerî yên Erebistana Siûdî kirin
24 îlon, 2026   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên çekdar ên Hûsiyan ragihand ku wan li cih û kombûnên leşkerî yên li herêma Cîzanê ya Siûdî xistin.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî bi daxuyaniyekê  got: "Operasyon bi rêya bi dehan mûşekên balîstîkî û dornan hate kirin. Odeyên operasyonan, baregehên fermandariyê, nuqteyên kontrolê, depoyên çekan û cihên leşkerî yên li herma Tewal ên girêdayê Firqeya 6‘an a Rewşên Awarte yên li herêma Cîzanê hatin hedefkirin. Her wiha cih û qaîdeyên avêtina mûşekan a baregeha El Dexarîr û hejamrek baregehên siûdî yên li herêmê bûn hedef."

Li gorî Hûsiyan, di êrişê de yemenî û efserên hêzên Erebistana Siûdî jî di nav de bi sedan kuştî û birîndar çêbûne. Hejmarek depoyên çekan hatine rûxandin. Lê çavkaniyên serbixwe tu bîlançoyên wiha piştrast nekir.

Serî, ev êriş wekî bersiava li hemberî êrişa Siûdî ya bi zêdetirî 200 mûşekan a ji Cîzanê ber bi deverên sînorî yên li parêzgehên Seide û Hece ve bi nav kir.

(f)