​​​​​​​Tevgera Kevana Zêrîn amadekariyên hefteya çandê kir

Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê ji bo bîranîna şehîd Zeyneb Kinaci (Zîlan) dest bi amadekariyên hefteya çandê kir.

​​​​​​​Tevgera Kevana Zêrîn amadekariyên hefteya çandê kir
​​​​​​​Tevgera Kevana Zêrîn amadekariyên hefteya çandê kir
​​​​​​​Tevgera Kevana Zêrîn amadekariyên hefteya çandê kir
​​​​​​​Tevgera Kevana Zêrîn amadekariyên hefteya çandê kir
​​​​​​​Tevgera Kevana Zêrîn amadekariyên hefteya çandê kir
​​​​​​​Tevgera Kevana Zêrîn amadekariyên hefteya çandê kir
​​​​​​​Tevgera Kevana Zêrîn amadekariyên hefteya çandê kir
28 hezîran, 2020   01:35
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO

Endamên Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê ji bo salvegera 24’an a şahadeta têkoşer Zeyneb Kinaci (Zilan) dest bi amedekariyên hefteya çandê kirin. Endam perwerdeyên hunerî dibînin.

Hefteya çandê ji stran, şano û dîlanan pêk tê. 8 komên girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê dê beşdarî çalakiyên hefteya çandê bibin.

Çalakî dê bi diruşmeya ‘Buhişta yekemîn a li ser erdê Kevana Zêrîn e, em zindî bikin'' li deverên kantona Şehbayê û kampên wê Serdem, Berxwedan û navçeya Şêrawa ya Efrînê werin lidarxistin.

Ji destpêka avabûna Tevgera Kevana Zêrîn, hersal ev çalaki tê lidarxistin. Îsal dê bi bibîranîna şehîd Zîlan destpêbike. Şehîd Zîlan di 30'yê Hezîrana 1996'an de li bajarê Dêrsimê yê bakurê Kurdistanê çalakiyeke fedayî li dijî artêşa Tirk a dagireker pêk anîbû.

Endama Rêveber a Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê Mizgîn Colaq got: "Ev 3 sal in em li kantona Şehbayê çalakiyên hefteya çandê li dar dixin. Îsal em ê bi bîranîna şehîd Zîlan destpê bikin. Em hewl didin çand û kevneşopiya xwe bi rêya van çalakiyan bidin xuyakirin."

Mîzgîn destnîşan kir ku li gel çalakiyên hunerî dê adet û kevneşopiyên jinên Efrînê ji kardestiyan, nexşeya li ser caw, çêkirina zembîlan, hêrandina genim bi destar werin pêşandan. Çalakî dê bi beşdarbûna şêniyên kantona Şehbayê, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Çand û Hunerê pêk were.”

Berdevka Koma Şehîd Berçem, Şirîn Umer jî diyar kir ku tevî rewşa koçberiyê ew çalakî û berxwedana xwe li Şehbaya dewam dikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xVpPvmHB3tE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>