Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir

Çalakiyên Festîvala Zarokan a 11’emîn bi beşdariya 35 komên hunerî yên zarokan dest pê kirin.

Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir
1 îlon, 2026   20:44
QAMIŞLO

Li bajarokê Rimêlanê yê Girkê Legê çalakiyên Festîvala Zarokan a 11’emîn dest pê kir. Festîval sponseriya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan û bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê dest pê kirin. Ji tevahiya herêma Cizîrê 35 komên zarokan beşdar bûn.

Di festîvalê de ku dê 3 rojan bidome stran, mûzîk, şano û dîlanên folklorîk û çalakiyên ji bo zarokan werin pêşkêşkirin.

Çalakiyên îro bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kirin. Dûre Tevgera Hîlala Zêrîn daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Zênî Ebas ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal li ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê, misogeriya mafên zarokan ên perwerdehiya bi zimanê xwe û parastina nasnameya wan a çandî hat kişandin.

Li ser navê komîteya organîzetor a festîvalê Gulbihar Rûbar axivî û bal kişand ser girîngiya Festîvala Zarokan di pêşxistina behreyên zarokan, vekirina derfetan li pêş wan de.

Dûre koma Orkestra Rojava ya ji Qamişlo, koma Şehîd Sîma ya ji Dribêsiyê, koma Berfa Çiya ya ji Rimêlanê, koma Kulîlkan a ji Koçeratê, koma Şehîd Viyan Peyman a ji Dirbêsiyê, koma Şehîd Zîlan a ji kampa Newroz stran û huner pêşkêş kirin.

Koma Kişikê ya ji kampa Newrozê lîstikek kişikê pêşkêş kir, dûre koma Sîlva ya ji Dirêbsiyê û koma Şehîd Aymar a ji Hesekê govend pêşkêş kirin.

Koma Şehîd Şiyar a ji Hesekê şanoya “Dadwerê biçûk” û xwendekarên dibistana Niwêla ya ji Qamişloyê şanoya “Kolan û xwendin” pêşkêş kirin.

Çalakiyên festîvalê heta 3’yê Îlonê dewam dikin.

(f)