Jinên rûsî yên li kampa Holê; Dixwazin li gorî fikrê DAIŞ`ê bijîn

Li kampa Holê jinên DAIŞ`ê yên rûsî xeterî ne, ji ber dixwazin li gorî fikirinên DAIŞ`ê xwe perwerde bikin. Gelek pere tê kampê gelo ji ku derê tê û bi ku ve diçe?

Jinên rûsî yên li kampa Holê; Dixwazin li gorî fikrê DAIŞ`ê bijîn
28 hezîran, 2020   03:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di cîhanê de kampa Holê xetertirîn kamp e. Zêdetirî 67 hezar jinên DAIŞ`ê û zarokên xwe tê de dijîn û hema hema mehane bûyerên qetilkirinê li kampê çêdibin.

Kampa Holê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (ASAYÎŞ), Şervanên QSD`ê û Hêzên Erka Xweparastinê, parastina kampê dikin.Tê zanîn ku heman hêzên navborî Adara par barageha dawîn a DAIŞ`ê têk birin û ji DAIŞ`ê rizgar kirin.

Di derbarê kesên ku li kampê dimînin de hin gotegot hebûn ku dan û standina hêzên ewlehiyê bi wan re ne baş e. Tevî ku jinên rûsî ji bo hevdîtinan dudilî bûn û nahêlin wêneyên wan were kişandin jî Nûçegihana ANHA`yê serdana kampê kir û bi wan re hevdîtin çêkir. Nûçegihana ANHA’yê piştrast kir ku bi rastî jî jin rastî lêdanê tên, lê wekî ku hîn sazî û dezgehên hin welatan ku dibejin ji aliyê pasdarên kampê lêdan çêdibe berovajî wê ji aliyê kesên ku DAIŞ`î yên di kampê de dimînin ev tişt pêk tê. Hin jinên ku fikrê DAIŞ êdî napejirînin an jî dixwazin êdî ji wan biqetin ji aliyên hin kesên DAİŞ’î ve rastî ledan û cezakirinê tên.

Dema me pirsa “gelo hêzên ewlekariya kampê li jinan dixînin” kir, jineke DAIŞ`ê ku bi eslê xwe Rûsî ye anî ziman ku, tiştek wisa nine.

Kesên li kampê em agahdar kirin ku li kampê beş hene û têne rêxistinkirin.

Her wiha karkerên ji rêxistinên derhikumî (ne girêdaî hikumetê) yên li kampê dixebitin axivîn û ji ber hovîtiya berê DAIŞ’ê bi serê nexweşên wan de anîne diricivîn.

Di rastiya xwe de birîndarî û werimînên xwînê yên ku di encama lêdanê de çêbûne , birîndariyên dubare li pêşberî bijîşkên herêmî ne, her wiha DAIŞ’iyên tundraw konên ku gûmana îxaneta pê re dikin, dişewitînin.

Kesên fikrê DAIŞ`ê ji xwe re esas negire, DAIŞ`î konên wan dişewitînin û wan wekî "Xayîn" dibînin.

DAIŞ`ê konên kesên gumanbar ên ku wan wekî "xayînên fikirinê DAIŞ`ê" dibîne, dişewitîne.

Her wiha endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampê behsa jinên rûsî yên DAIŞ`ê kirin û gotin ku ji DAIŞ`ê xetertir in.

Kesên li kampê dimînin her çiqasî Asayîş û QSD`ê hewldana pêşîlêgirtina"Adetên DAIŞ`ê dike, lê dîsa jî xelkên li kampê li ser esasê fikirê DAIŞ`ê dijîn.

Bê guman ewlekariya kampê ji bo dîsplînkirina kampê ku tê de bi hezaran alîgirên DAIŞ’ê yên tundraw hene, kedeke mezin dide.

Li gorî rêveberiya kampê 300 malbatên rûsî li kampê xwe bi pereyên Rêveberiya Xweser xwedî dikin û rêxistinên ne hikumî jî alîkariyê biçûk bi wan re dikin.

Tevî vê jî jinên baweriya xwe bi firkirê DAIŞ`ê tînin û naxwazin biguherin hene. Lê dîsa jî nabe mirov hemû kesên li kampê dijîn wekî terorîst bi nav bike. Ji ber hin kes ji bo zarokên xwe bi hevserê xwe re hatin Sûriyê, lê jinên Rûsî yên DAIŞ`ê ji bo vegera li welatên xwe zêde ne bi israr in.

Semîra ji niştecihê kampê ye û  ji Kariyarra –Cherkessia ye got ku pêwîstî bi komîteyeke ji Rûsyayê heye da ku jinên xwedan zarok, piştgiriya îslama radîkal nakin di heman demê de gefan li civakê naxwin, diyar bike.

Karkerên li kampê dixebitin jî dibînin ku xwesteka derxistina "hevserên DAIŞ`ê" rojane tê dubarekirin, lewma gotin, divê têkildarî vê yekê biryareke pêşwext were standin, ji ber derveyî jinên mezin, li kampê zarok û sêwî jî hene.

Her wiha pêşeroja zarokên li kampê ne diyar e, nikarin wan perwerde bikin ji ber DAIŞ hewldana fêrkirina zarokên wan dikin û fikirê DAIŞ`ê bi wan bidin hîn kirin. Da ku di pêşerojê de zarok ji nû ve DAIŞ`ê zindî bikin.

Her wiha me karî gotegotên ku rêveberiya kampê da ku DAIŞ birevin alîkariya wan kiriye zelal bikin û di vê der barê de jinên rûsî îtîraf kirin ku li kampê qet fesad tune ye û merseleya revê jî ji aliyê hin xelkên li derveyî kempê ve tê kirin, ev jî bi pereyên zêde çêdibe.

Jineke rûsî ku li kampê dimîne gotegotên gendeliya li kampê derewand û got: "Na qet tiştekî wiha tune ye, hin kesên ji derveyî kampê alîkariya DAIŞ`ê dikin ku ji kampê birevin."

Jina rûsî wiha axaftina xwe domand:"Em çibikin, em westiyan, em li benda vegera li malên xwe ne, lê hikumetên welatên me qet xwe nalivînin. Ji ber vê yekê em neçar dibin derdora 15 hezar dolar  ji bo her endamekî bidin û bi vî awayî ji kampê birevin."

Têkildarî pereyên li cem DAIŞ`ê, xelkên kampa Holê sendoqên taybet çêdikin û xelk dikarin pera bi rêya sendoqan bişînin. Ev jî bi rêya kampanya komkirina alîkariyan pêk tê û pere ji tevahiya cîhanê ji bo jinên DAIŞ`ê tê.

Gelo ev pere ji ku derê tê û bi ku ve diçe? Heta niha nayê zanîn lê gelek pere û depoyên bombeyên ku DAIŞ`ê amade kirine heye.

Di dawiyê de parastina kampeke wiha ne tiştekî normal e, ji ber hebûna terorîstên li kampê ji bo şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetere ye.

Çarenûsa Rûsên ku jiyana di nava DAIŞ`ê hilbijartin çiye? Gelo ew ê li kampê bimînin an jî dê Rûsiya û dewletên din berpirsyartiya kiryarên welatiyên xwe rakin? Ev pirs hîn jî bê bersiv in û bersiva van pirsan tenê hikumeta Rûsyayê dikare bide.

)eh)

<iframe width="675" height="390" src="https://www.youtube.com/embed/zliqy7eS3uE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>