Şanoya "Yê ku nayê" li Hesekê hat pêşandan

Şanoya "Yê ku nayê" bi amadebûna bi dehan kesî li ser dika şanoyê ya Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê hat pêşandan.

Şanoya "Yê ku nayê" li Hesekê hat pêşandan
Şanoya "Yê ku nayê" li Hesekê hat pêşandan
Şanoya "Yê ku nayê" li Hesekê hat pêşandan
Şanoya "Yê ku nayê" li Hesekê hat pêşandan
Şanoya "Yê ku nayê" li Hesekê hat pêşandan
Şanoya "Yê ku nayê" li Hesekê hat pêşandan
Şanoya "Yê ku nayê" li Hesekê hat pêşandan
Şanoya "Yê ku nayê" li Hesekê hat pêşandan
15 cotmeh, 2026   20:16
HESEKÊ

Gerînendeya Çandê ya bajarê Hesekê çalakiya pêşandana şanoya "Yê ku nayê" li ser dika şanoyê ya Navenda Çandê ya Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê organize kir. Şano bi beşdariya bi dehan şêniyên bajêr û nûnerên saziyên çandî yên herêmê hatin pêşandan.

Şano ji aliyê nivîskarê sûriyeyî Riyad Esmet ve hatiye nivîsandin û derhênerê wê Ebdulcebar Hebîb e.

Şanoya balê dikişîne ser bêdewarî û hêviya sexte ya bi cih nayê, ji aliyê Ebdulmecîd Xelef û Ebdulcebar Hebîb hatiye lîstin.

Riyad Îsmet sala 1947‘an jidayik bûye. Yek ji kesayetiyên çandî yên herî girîng ên Sûriyeyê tê naskirin kukarê wêjeyî, şanoyî, rexnegir û dîplomatîk kiriye. Di navbera 2010 û 2012‘an de wekî wezîrê Çandê yê Sûriyeyê xebitî. Riyad Îsmet sala 2020‘î wefat kir.

(bb)