Di Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî de floklora bajêr hat nîqaşkirin

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî ku li bajarê Qamişloyê pêk tê di roja çaremîn de panelek li ser xebatên çandî, floklor û çanda bajêr li dar xist. Her wiha pirtûka “Dîroka Cihuyên Qamişloyê” ya nivîskar Faris Osman hat îmzekirin.

Di Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî de floklora bajêr hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî de floklora bajêr hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî de floklora bajêr hat nîqaşkirin
Di Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî de floklora bajêr hat nîqaşkirin
20 tebax, 2026   21:37
QAMIŞLO

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî ya ku bi boneya sedsaliya avabûna bajarê Qamişloyê ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve hatiye organîzekirin, li avahiya HRRK’ê di roja çaremîn de didome. Wêjevan, helbestvan û rewşenbîrên Rojava beşdarî mîhrîcanê bûn. 

Çalakiyên roja çaremîn bi kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Panelek li ser xebatên çand û hunerî yên bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Panel ji aliyê Hikmet Ibrahîm ve hat rêvebirin. Mihemed Emîn Ebdo, Seed Ferso, Fewaz Mehmûd li ser xebatên hunerî yên bajêr axivîn.

Hikmet Birahîm di destpêkê de beşdarên panelê dan nasîn. Piştre beşdaran bîranînên xwe yên li Qamişloyê vegotin. Beşdaran qala xebatên veşartî yên hunerî ku li Qamişloyê û xweşiya xebata piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê kirin. Her wiha qala fliklora bajêr, amûrên mûzîkê, avahî, govend, çanda kar û xebatê, hunermedên bajêr û xwezaya Qamişlo hat kirin.

 Piştre HRRK’ê ji bo keda wî xelatek pêşkêşî nivîskar Faris Osman kir. Nivîskar Faris Osman pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Cihûyên Qamişloyê” îmze kir. Pirtûk li ser jiyana Cihûyên ku heta salên 1948’an li Qamişloyê jiyane, çanda wan, têkiliyên wan bi pêkhateyên din re, jiyana wan a aborî û olî hatiye nivîsîn.

Dê sibe mîhrîcan bi şahiyekê ku hunermendên bajarê Qamişloyê beşdar bibin, bi dawî bibe.

 Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî bi sponseriya Nûçe Tv û Kanal El Yaum hatiye organîzekirin.

(bî/f)

ANHA