Festîvala “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê” bi dawî bû

Festîvala 4’emîn a Şanoyê ya  “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê” bi dayîna xelatan bi dawî bû.

Festîvala “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê” bi dawî bû
4 mijdar, 2026   18:59
KOBANÊ

Festîvala 4’emîn a Şanoyê ya  "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" ku bi " durişmeya her Bajarekî Çîrokek ji her dilekî Romanek"   bi belavkirina xelatan ji  aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ve hatiye organîzekirin bi dawî bû.

Di Festîvala Şanoyê ya  "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê "  ku di 30`ê Mijdarê de dest pê kir û 6 rojan berdewam kir ku ji 6 komên  deverên cuda Şamê, Hesekê, Reqa, Qamîşlo, Heleb û Kobanê ve hatibû birêvebirin îro bi dawî bû.

‛DIVÊ EM LI ÇANDA XWE XWEDÎ DERKEVIN’’

Di roja dawî ya Festîvala Şanoyê de , endamê rêveberê festîvalê Hisên Xanî , axivî û ev festîval li hemû komên beşdar û hezkiriyên hûnerê pîroz kir û got; “Îsal festîval bi atmosfereke bi coş a bi beşdarbûna şêniyên Kobanê, sazî û dezgehên wê, şanoger, derhêner, nivîskar û lîstikvanên ji Şam, Reqa, Hesekê, Cizîr, Efrîn û Kobanê ve bi wetedartir bû.”

Hisên Xanî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî "Divê em di her tiştî de afirîner bin, armanca me ew e ku em xwedî li çanda xwe derkevin.ʹʹ

‛HER KESÊ BEŞDAR BÛYE PEYAMA XWE RAGIHAND’

Girêdayî mijarê, hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê Evîn axivî û bal kişand li ser girîngiya hûnerê û wiha got; “Her kesê ku di vê festîvalê de beşdar bû peyama xwe gihand cîhanê ku gelê herêmê dikare tevî rewşên zor û zehmet ku li dijî wan tên kirin, dîsa radibin  û dibin neynoka gelê xwe . Îro gelên herêmê bi yek dengî û li ser dika Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê helwesta xwe nîşan didin û îsbat kir ku fedakariya şehîd Arîn Mîrkan û hemû şehîdan vala neçûn.”

Evîn di dawiyê de anî ziman ku “hemû komên bajarên me yên ku beşdarî  festîvalê bûne dixwazin peyamekê bigihînin hemûyan ku kes nikare wan tune bike û dikarin di rewşên herî dijwar de rabin ser piyan û berhemên çanda xwe ji cîhanê re raghînin.”

Her wiha ji aliyê koma peymangeha Vejîn ve bernameyên hûnerî hatin pêşandan.

Di dawiya festîvalê de komên şano yên beşdar ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê û TEV-ÇAND’ê ve hatin xelatkirin.

(ct/f)

ANHA