Li Kobanê Festîvala Çanda Dayikan hat lidarxistin

Li Gundê Elpelurê li (Mala ku Rêber Abdullah Ocalan lê mabû), f’’Festîvala Lêvegerîna li Çanda  Dayikê’’ hat li darxistin.

18 cotmeh, 2026   15:10
KOBANÊ

Bi pêşengiya jinên bajarê Kobanê li gundê Elpelûrê , festîvala’’Lêvegerîna li Çanda  Dayikê’’ ji aliyê Kongira Star ve hat lidarxistin. Bi dehan jinên kobanê, amade bûn.

Festîval li mala ku Rêvber Abdullah Ocalan lê mabû, bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. pişt re Nameya Rêveber  Abdullah Ocalan ji aliyê Rêvebera Koordinasyona Kongra star Peyman Elûş ve hat xwendin.

Rêvebera Mala Jinan a Kobanê Nesra Derwîş axivî û bal kişand ser girîngiya parastina hûrgiliyên çandî û folklora kurdî û veguhastina wan bo nifşên nû.

Neşre Derwîş di axaftina xwe de behsa dewlemendiya çanda Kobanê kir, bi taybetî rola jinan ya dîrokî di parastina amûrên kevnar, kincên folklorî, û çîrokên gelêrî yên ku nasnameya Kurdî diparêzin.

Endama Rêveber ya Kongra star a bajarê Kobanê Edlê Bekir jî bal kişand ‏ser girîngiya parastina mîrate û şûnwarên kevnar ên Kurdî û got: "Çand û hunera kurdî nasnameya vî gelî ye û parastina wan ji windabûnê erkeke neteweyî û mirovî ye."

Di festîvalê de berhemên destan ên ku ji aliyê jinan ve hatibû çêkirin hatin pêşandan. Her wiha amûrên ku di jiyana rojane de dihatin bikaranîn, wek teşî, destar, meşk û mêkutê genim hatin pêşandan.

Di heman demê de, dayikên bi kofî û kincên Kurdî yên resen, xwarinên gelêrî û taybet ên Kobanê yên mîna "Tirşika Holikan û Çîkê Goşt" û gelek xwarinên din ên kevneşop amade kirin û pêşkêşî kesên amade  kirin.

Di dawiyê de, dayikan bi cilên xwe yên Kurdî stranên folklorî û kilamên kevnar gotin.

(so/k)

ANHA