Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê torra 6 kesî ya MÎT’ê hat rûxandin

Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî şopandin û xebatên  istixbaratî torrek a MÎT’ê ya 6 kesî (2 ji wan jin)  rûxandin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê torra 6 kesî ya MÎT’ê hat rûxandin
28 hezîran, 2020   00:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî demek dirêj ji şopandina teknîkî û fîzîkî û di encamên agahiyên istixbaratî de torra 6 kesî ya girêdayî MÎT’ê  (Rêkxistina Istixbarata Netewî ya Tirkiyê- Türk Milli İstihbarat Teşkilatı), rûxandin.

Hat zanîn ku endamên MÎT’ê yên di encama operasyonên li bajarên cuda de hatine binçavkirin, ji bo cihê fermandarên QSD’ê tespît bikin, koordînatên navendên ewlehiyê derxin, xebatên sîxurkirinê û bi taybet jî di nava ciwanan de xebatên madeyên hişbirê û fuhuşê bidin meşandin, hatine şandina herêmê.

Hat diyarkirin ku lêpirsîna endamên MÎT’ê yên bi navên, Canê, Şîlan Elî Ehmed, Eymen Bedredîn Ehmed, Elî  Necîp Omer, Hesen Abdulhemîd Murad û  Mihad Hadî Hiso, didome.

‘BIXE, BIKE SÎXUR Û BIKAR BÎNE’

Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên cuda de, di operasyonên ku pêk anibûn de, li herêm û bajarên cuda gelek kesên ku bi MÎT’ê re dixebitîn girtibûn. Dewleta Tirk a dagirker ku li herêmê xebatên dagirkerî, qirkirin, guhertina demografî û pişaftinê dide meşandin, li gel wê jî di demên dawî de giranî daye xebatên sîxurkirinê.

Tê texmînkirin komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Hezîranê de li gundê Helincê yê Kobanê pêk anîbû jî, di encama koordînatên van kesên herêmî yên hatine xistin û sîxurkirin de pêk hatiye. Li pişt êrişa bombeyî ku di 24’ê Hezîranê de li Minbicê pêk hatibû jî, MÎT derketibû.

Heman şêweyî derket holê, koma 7 kesî ya ku di 17’ê Çileya 2020’an de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatibûn girtin jî, ji bo li herêmê xebatên sîxurkirin û sekvaniyê, heman demê de ji bo li bajaran êrişên bombeyî pêk bînin, hatibûn erkdarkirin.

(bm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LmBV0OxJTg4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>