Êzidiyên Efrînê rojbûna Ocalan pîroz kir

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Yekitiya Êzidiyan a Efrînê li Kampa Serdem şahiyek ji gel re li dar xist.

Êzidiyên Efrînê rojbûna Ocalan pîroz kir
Êzidiyên Efrînê rojbûna Ocalan pîroz kir
Êzidiyên Efrînê rojbûna Ocalan pîroz kir
2 nîsan, 2019   12:43
ŞEHBA

Bi boneya salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Yekitiya Êzidiyan ên li kantona Efrînê, şahiyek li Kampa Serdem li dar xist û bi dehan şênî tê de amade bûn.

Konê şahiyê bi wêneyên Ocalan û şehîdên Berxwedana Serdemê û alên Yekitiya Êzidiyan hate xemilandin. Şahiyê bi axaftina endama rêveberiya Yekitiya Êzidiyan Eyşe Sîdo dest pê kir.

Eyşe Sîdo rojbûn li Ocalan û gelên azadîxwaz pîroz kir û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê êzidî derxist ronahiyê.

Di şahiyê de komên stranan; Koma Azdahî û Koma Şengalê stranên xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Îmraliyê bi dawî bû.

ANHA