Şanogerên Amedê li Kobanê bûn

Koma şanoyê a Amedê ya Bakurê Kurdistanê wek mêvan ten li 4`mîn Festîvala ‘‘Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê‘‘ ya li Kobanê bû.

Şanogerên Amedê li Kobanê bûn
3 mijdar, 2026   11:48
KOBANÊ
CÎHAN TEMÎ

Festîvala Şanoyê ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ya 4’emîn li Kobanê 31’ê Cotmehê dest pê kir.
Festîval ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ve hatiye organîzekirin û komên şanoyê yên ji Kobanê, herêma Cizîrê, Reqa, Heleb û Şamê beşdar bûne.

Her wiha îsal komeke şanogerên ji Amedê ku ji Elvan Koçer, Pêrînaz Aydogdu, Nûrşen Adiguzel û Rêzan Kaya pêk tê, wek mêvan tê de amede bûn.

Şanoger Pêrînaz Aydogdu der barê hatina xwe ya bajarê Kobanê de got: "Ez pir kêfxweş im ku niha li navenda bajarê Kobanê me û li Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê amede me. Pir şanaz im ku ez wek jineke Kurd niha li bajarê berxwedanê, bajarê ku bi têkoşîna jina fedaî Arîn Mîrkan hat rizgarkirin im.”

Pêrînaz Aydogdu ev li gotina xwe zêde kir: “Ji bo festîvalê ez pir kêfxweş im, ji ber ku ez bawer im hêviya her hunermendekê ew e ku berhemên xwe li ber gelê xwe pêşkêş bike. Çawa Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê bi dirûşma “Ji Her Bajarekî Çîrokek, Ji Her Dilekî Romanek” çîroka me ya Kurdan jî bi vî awayî ye, wekhev e û li cihekî kom dibe û digihêje yek deryayê, ew jî azadî ye.”

Elvan Koçer der barê Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê de got: "Em ev car wek mêvan derbasî Rojayê Kurdistanê bûn, hêviyên me mezintir in ku di dema pêş de em derbasî Kobanê bibin û bi şanoyên xwe li Kobanê amade bin.”

Elvan Koçer ev li axaftina xwe zêde kir, bi rastî ez pir kêfxweş im bi hatina min a Rojavayê Kurdistanê û bi taybet bajarê Kobanê, ji ber ku em îro dibînin ku bi saya hûnerê em 4 parçeyên Kurdisanê digihêjin hev û dibin yek ji ber ku bi rêya şanoyê em hestên xwe parve dikin .

Şanoger Elvan Koçer di dawiyê de Festîvala Şanoyê li tevahî gelan û şehîdên azadiyê pîroz kir.

Rêzan Kaya der barê vexwandina wan a ji bo tevlêbûna Festîvala Şano ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê de got: “Hatina min a Rojava kelecaneke pir mezin e, ji ber ku min li vir hevgirtina pêkhateyan dît û em hêvî dikin ku di demên pêş de şanogerên me yên Rojavayê Kurdistanê bêne Amedê û em hunera xwe bi hev re pêşkêş bikin.”

Rêzan Kaya bi van gotinan şehîd Arîn Mîrkan bi bîr anî: “Li ser rêya şano pêwîst e em fedakariyên şehîdên xwe ji bîr nekin û her tim li ser dika şanoyê wan bi bîr bînin, ji ber ku bi saya wan em îro li bajarê berxwedanê Kobanê ne.”

(k)

ANHA